Li Agiriyê 2 otomobîl li hev qelibîn: 13 kes birîndar bûn

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Zêdkan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zêdkanê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîlên ku yek jê diçû teziyeyê li hev qelibî û 13 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku M.U. diajot û otomobîla ku N.A. diajot ku ji bo sersaxiyê diçû gund, li ser rêya navçeya Zêdkanê û Agiriyê li hev ketin.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de li gel şofêrên her du otomobîlan, H.O, E.U, A.O, M.U, N.U, F.O, E.U, Ç.A, Y.A, R.Y. û M.E. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst