Bilal Sambur: Îraq û Rûsya navbeynkariya Tirkiye û Sûriyeyê dikin

29-06-2024
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Bîlal Sambur \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Hêvîdar Zana û Bîlal Sambur \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Bîlal Sambur Beşar Esed Recep Tayip Erdogan Sûriye Tirkiye PYD Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Bilal Sambur diyar kir ku Îraq û Rûsya ji bo danûstandinan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbeynkariyê dikin.

Karvedanên gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser pêwendiyên bi Beşar Esed re berdewam dikin.

Erdogan li ser danûstandinên bi Beşer Esed re wiha got:

“Ji bo em pêwendiyê daneynin ti sedem nîne. Çawa ku me di demên borî de pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re zindî hiştin, wekî hûn dizanin me bi birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin kirin, ne pêkan e ku em bibêjin sibe jî nabe, dê dîsa bibe.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî şeva borî di bernameyeke televîzyonê de li ser wan gotinên Erdogan ên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê axivî.

Bakirhan amaje bi serdana berê ya Serokê PYDyê Salih Mislim ya Enqereyê jî kir û got:

“Erdogan bila bi Esed re jî hevdîtinê bike lê bila bi PYDyê jî re hevdîtinê bike.”

Akademîsyen Bîlal Sambur bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike û mijar bi berfirehî nirxand.

Bîlal Sambur amaje bi zemîna hevdîtinên îstixbaratî yên Sûriyê û Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku Rûsya û Îraq ji bo danûstandinên Sûriye û Tirkiyeyê navbeynkariyê dikin. 

“Dê civîna Erdogan û Esed pêk were”

Bîlal Sambur behsa danûstandinên Erdogan û Putin jî kir û wiha got:

“Îstixbarata Tirkiyeye, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û dîplomasiya Tirkiyeyê xwe ji bo danûstendinan amade dikin.

Di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de Rûsya û Îraq hene. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji Erdogan rica kiribû ku bi Beşar Esed re bicive û careke din dest bi pêwendiyan bike.

Îraq jî di vî warî de alîkariya Tirkiyeyê dike.

Belkî em di demeke nêzîk de nebînin ku Erdogan û Esed bicivin lê belê piştî haziriyan dê civîna Esed û Erdogan jî pêk were."

Divê were gotin, beriya bi demekê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî eşkere kiribû ku bi şertê ku rêz li serweriya wan were girtin ew amade ne pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin.

“Tirkiye naxwaze ji Sûriyeyê vekişe”

Bîlal Sambur li ser gotinên Beşer Esed ên pêwendiyên bi Tirkiyeyê re wiha axivî:

“Sûriye dixwaze Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û rejima Beşar Esed dibêje, ‘Divê Tirkiye leşkerên xwe ji axa me vekişîne‘ Tirkiye yekane welat e ku leşkerên wê li Sûriyeyê ne.

Leşkerên Rûsyayê li ser daweta Sûriyeyê çûne wî welatî, wekî din ti hêza navneteweyî li Sûriyeyê nîne.

Hêzên Tirkiyeyê bi zorê derbasî nav erdê Sûriyeyê bûne. Beşar Esed dixwaze Tirkiye ji nava erda wê derkeve û alîkariya komên cîhadîst ên wekî OSOyê neke.

Tirkiye jî van meseleyan nayîne ziman û behsa vê babetê nake. Tirkiye jî dibêje ‘Divê em behsa PYDyê bikin, em behsa meseleya aborî bikin’

Tirkiye bi ti awayî naxwaze meseleya vekişîna ji Sûriyeyê were rojevê."

“Armanca hevdîtinan nehiştina Rojava ye”

Bîlal Sambur pirsa Hêvîdar Zanayê ya bi rengê “Gelo mimkin e li ser nehiştina statuya Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe?” wiha bersivand:

"Aniha li Rojavayê sîstemek heye, Tirkiye wê sîstemê ji binî ve qebûl nake û dixwaze ew sîstem nemîne.

Armanca Tirkiyeyê ev e û Tirkiye ji ji bo wê armancê xwe dixwaze dîsa bi Esed re hevdîtinan bide destpêkirin.

Ya herî muhîm ji bo Tirkiyeyê ev e. Tirkiyê nabêje, ‘Ez dê li hemberî Rojavayê bi te re hevdîtinan bikim û tifaqê bikim û ji Sûriyeyê vekişim.

Ew parçeyên ku ez ketimê û di jêr kontrola min de ne, êdî ne parçeyên Sûriyeyê ne parçeyên min in.

Divê tu jî vê qebûl bikî, em her du bibin yek û Rojavayê bixin bin kontrola xwe çawa tu heyî sîstema te heye sîstema min jî divê li Sûriyeyê hebe' ev talebeke gelekî muhîm a Tirkiyeyê ye.

Tirkiye bi eşkereyî dibêje, ‘Ez li Efrin, Cerablus, El Babê me. Çawa li Dîlokê sîstema min heye divê li van deveran jî ez hebim’ Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê du hikûmet hebin 2 dewlet hebin."

“Divê em bibînin bê ka Kurdên Rojava çi dikin”

 Bîlal Sambur behsa rola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:

“Erdogan jî û Esed jî dixwazin û wan behsa destpêkirina hevdîtinan kir.

Divê em ji bîr nekin ev nayê wê wateyê ku problemên wan nînin û wê pêwendiyên wan gelekî asayî bibin.

Pirsgirêkên mezin ên her du welatan hene û her du welat jî ne xwedî bername û planên çareseriyê ne.

Pêwendiyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê dê ti carî nebin wekî berê.

Rejima Sûriyeyê dixwaze hebûna Rojavayê wekî kartekê li hemberî Tirkiyeyê bi kar bîne.

Tirkiye jî dixwaze bi rêya Rojavayê pêwendiyên xwe bi Şamê re baş bike û Rojavayê ji holê rake.

Eger ev pêk were dê bibe pêvajoyeke nû em nizanin bê ka wê helwêsta Kurdên Rojavayê çi be.

Heta niha me ti helwêsteke wan nedîtiye. Divê em sebir bikin û bizanin bê ka Kurdên Rojavayê çi dikin û çi dibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst