Hewlêr (Rûdaw) - Rûspî û muxtarên herêma Efrînê ji birêvebiriya herêmê û aliyên têkildar daxwaz kir ku cihên şûnwarî biparêzin.
Wan her wiha xwest ku li ser talan, wêrankirin û qaçaxçîtiya berhemên şûnwarî yên li herêmê lêkolînên cidî bên kirin.
Di nameyeke vekirî de ku kopiyeke wê gihîştiye destê Rûdawê, wan bal kişand ser dewlemendiya şûnwarî û dîrokî ya Efrînê.
Rûspiyan got ku herêm bi sedan cihên şûnwarî û nîşanên dîrokî dewlemend e.
"Çima ber bi Helebê ve tên veguhastin?"
Rûspî û muxtaran pirsî, "Çima berhemên şûnwarî ji Efrînê tên komkirin û ber bi Helebê ve tên veguhastin?"
Wan pêşniyar kir ku li navenda Efrînê muzexaneyek were avakirin.
Wan her wiha xwest ku Keleha Horî (Sîros) ya dîrokî bibe muzexaneyeke şûnwarî û geştiyarî.
Li gorî wan, ev yek dê têkiliya berheman û cihên wan ên dîrokî biparêze û dê ji bo niştecihên herêmê bibe cihê naskirina dîroka wan.
Di heman demê de, wan xwest ku “Şêrê Eyn Darayê” li cihê wî yê eslî were vegerandin.
Wan da zanîn ku ev berhem beşeke dîrok û mîrateya Efrînê ye.
Bila hesab bê pirsîn
Di nameyê de her wiha hat diyarkirin ku salên borî gelek cihên şûnwarî rastî talan û wêrankirinê hatine.
Hat destnîşankirin ku hinek berhem hatine dizîn û qaçaxçîtiya wan hatiye kirin.
Rûspî û muxtaran daxwaz kir ku li ser çarenivîsa berhemên winda lêkolîn bê kirin.
Wan bi biryardarî xwest ku hesab ji kesên berpirsyar bê pirsîn.
Komîteyeke serbixwe
Wan her wiha pêşniyara avakirina komîteyeke taybet û serbixwe kir.
Wan da zanîn ku ev komîte dikare cih û berhemên winda belge bike û agahî û şahidiyan kom bike.
Li gorî wan, ev komîte dikare ji bo vegerandina berhemên qeçaxkirî û windabûyî bixebite.
Di dawiyê de rûspî û muxtaran tekez kir ku parastina mîrateya Efrînê bi dîrok, bîranîn û nasnameya herêmê ve girêdayî ye.
Wan bangî aliyên têkildar kir ku ji bo parastina mîrateya şûnwarî gavên pratîk û cidî biavêjin.
Talan û Efrîn
Li gorî lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî “Heritage”yê de 23yê Tîrmeha 2026an hatiye weşandin, li Sûriyeyê ji sedî 59ê şûnwarên dîrokî rûbirûyî talankirinê bûne.
Di lêkolînê de tê diyarkirin ku herêma Efrînê yek ji wan deveran e ku herî zêde rûbirûyî rûxandin û kolandina birêkûpêk a bi makîneyên giran (buldozeran) bûye.
Lêkolînê bi taybetî bal kişandiye ser herêma Efrînê ku wekî herêma herî zêde zerer ji talankirina bi makîneyên giran ditiye.
Vê pêvajoyê ji dawiya sala 2018an ve dest pê kiriye û heta sala 2025an berdewam kiriye.
Tê de hatiye gotin ku bi dehan girên dîrokî bi rêya buldozeran hatine rûxandin û kolandin ku ev heyam li gel kontrolkirina herêmê ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê ve hevdem e.
Di lêkolînê de hatiye gotin: "Ji dawiya sala 2018an ve artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên hevalbendên wê dest danîn ser çend herêman li bakurê Sûriyeyê, di nav de geliyê Efrînê û herêma piranî Kurd a li derdora bajarê Kobaniyê.
Li van deveran, hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî ji ber talankirina bi makîneyan rûbirûyî zererên giran bûn ku xuya dike ev kar bi hevahengiya hêzên leşkerî yan di bin parastina wan de hatiye kirin."
Di lêkolînê de hatiye eşkerekirin ku şûnwarê dîrokî yê Eyn Darayê di destpêka sala 2018an de cara yekem ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.
Pişt re peykerê şêr ê kevirî yê navdar hatiye dizîn ku li gorî lêkolînê birine Tirkiyeyê, berî ku di Sibata 2019an de rûxandin û kolandina birêkûpêk a li şûnwar dest pê bike.
Wêneyên peykan nîşan didin ku karên kolandinê heta Kanûna Paşîn a sala 2022yan her du girên bilind û nizm bi tevahî li xwe girtine û tenê perestgeha kevirî li wî şûnwarî maye lê beşeke zêde ya tebeqeyên şûnwarî hatine rakirin.
Lêkolînê destnîşan kiriye ku ev cureyê kolandinê herî xeter e çimkî tenê bi dizîna parçeyên dîrokî bi sînor namîne, tebeqeyên dîrokî bi xwe dişikîne û rûxîne, tebeqeyên kevintir derdixe holê û vê yekê dike ku di paşerojê de hîn bêtir rûbirûyî talankirinê bibin.

.webp&w=3840&q=75)

