Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re eşkere kir ku wan û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê ji bo sala nû ya xwendinê planek amade kiriye.
Nûredîn Ehmed ragihand ku dê li Hisîçayê qonaxeke nû ya kargêrî (îdarî) û dadweriyê dest pê bike û dê di vê qonaxê de karmend û dadwerên Rêveberiya Xweser û yên hikûmeta Sûriyeyê bibin yek.
Wî destnîşan kir ku hefteya bê dê berpirsên nû yên navçe û şaredariyan dest bi kar bikin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re zanîn ku ji bo bicihanîna nexşerêya nû ya birêvebirina parêzgehê wî bi wezîrên hikûmeta Sûriyeyê re rêzecivînên bilind û "erênî" kirine û yek di çarçoveya "Peymana 29ê Kanûna Paşîn" de pêk hatiye.
Parêzgarê Hisîçayê diyar kir ku ew û Wezîrê Bipêşketina Îdarî ji bo avakirina birêvebiriyeke taybet a li Hisîçayê gihîştine peymanekê.
Wî anî zimên ku dê erkê vê birêvebiriyê ew be ku saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikûmeta Sûriyeyê bike yek û got:
"Erkê vê birêvebiriyê ew e ku hemû wan karmendan bi cih bike ku dikevin nava pêvajoya yekbûnê.
Ev yek dê wisa bike ku bi awayekî fermî peyman ji bo wan werin çêkirin û pirsgirêka wan a mûçeyan were çareserkirin."
Nûredîn Ehmed li ser sektora dadweriyê jî bal kişand ser hewlên yekkirina dadwer û karmendên Desteya Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser û sîstema dadweriyê ya dewletê û anî zimên:
"Guftûgoyên cidî hatine kirin. Di demeke nêzîk de dê Koşka Dadê ya li parêzgeha Hisîçayê were çalakkirin û dest bi kar bike."
Perwerde
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed eşkere kir ku wan û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê ji bo sala nû ya xwendinê planek amade kiriye.
Wî diyar kir ku dê bi vê planê mafê xwendinê yê hemû pêkhateyan were garantîkirin.
Berpirsên nû dê dest bi kar bikin
Nûredîn Ehmed mizgîniya wê yekê jî da ku mijara diyarkirina berpirsên nû yên navçeyan û ofîsên bicihhêner hatiye çareserkirin û li pey çû:
"Ez soz didim ku dê ji hefteya bê derbas neke, berpirsên nû yên navçe û şaredariyan dê dest bi kar bikin.”
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)