Otelên Bedlîsê ji %100 tijî bûne û rêjeya geştiyariyê bilind e

29-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bedlîs Tetwan Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bedlîs a li ser peravên Gola Wanê, yek ji parêzgehên herî xweş û balkêş e li Bakurê Kurdistanê. Tetwan a ku ser bi Bedlîsê ve ye, otel û restorantên xwe ji bo geştyarên cejnê amade kiriye.

Di Cejna Qurbanê de bi hezaran geştyaran berê xwe dane navçeyên Bedlîsê yên li peravên Gola Wanê. Xwediyê otêlan û dikandar kêfxweş in ku hejmara geştyaran zêde ye. Ji niha ve temamê otêlan ji %100 tijî bûne.

Peravên Gola Wanê ne li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bêdlîsa Bakurê Kurdistanê, ku otel û restorantên wê bo cejnê amade ne.

Ev der jî oteleke Tetwanê ye ku qerebalixiyeke zêde lê heye. Di Cejna Qurbanê de bi hezaran geştyaran berê xwe dane navçeyên Bêdlîsê yên li kêleka Gola Wanê.

Xwediyên otelan û esnaf ji hatina geştyarên zêde kêfxweş in.

Rêvebera Otelê Nilufer Demir anî ziman, “Li Bedlîsê otel ji %100 tijî bûne. Ji bo ku wan em hilbijartine em spasiya hemûyan dikin. Em ji vê derê cejna her kesî pîroz dikin.”

Geştyar piraniya demên xwe li peravên Gola Wanê û nav xwezayê derbas dikin. Ji Stenbol û Îzmîrê jî geştyar bo Gola Wanê hatine Bêdlîsê.

Geştyara ji Stenbolê Yasemin Biyik got, “Me cihên gelekî xweş dîtin. Em diçin gundên gelekî xweş û mirovên nû nas dikin. Xelkê vê derê ji dil in û bi ken pêşwaziyê li me dikin. Zarok jî bi heman awayî xweşik in û nêzîkbûna wan a ligel me gelekî baş e. Gelekî bandor li min kir, ez ji hemû kesî re pêşniyar dikim bila bêne rojhilat.”

Li Bedlîsê geştyar herî zêde serdana peravên Gola Wanê, Xana El Aman, Keleha Bêdlîsê, Çiyayê Nemrûdê û Gola Nemrûdê ku duyemîn mezintirîn gola krater a cîhanê ye dikin û li nav xwezaya wê digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst