Li Amedê bi çekan êrîşî xwaringehekê kirin: Kesek hat kuştin

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Şerê Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di nav kargehekê de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, îro Duşemê 29ê Gulana 2023an li navçeya Peyasê ya ser bi parêzgeha Amedê ji ber sedemeke nehatiye zanîn di navbera grupekê û xwedî û karkerên xwaringehekê de şerê bi çekan çêbûye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Lê ligel hemû midexaleyan kesekî birîndar ê 27 salî canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan dermankirina 5 kesên birîndar li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargil berdewam e. Lê heta niha ti zanyarî nehatine belav kirin ka şer li ser çi derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst