Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser doza Rojîn Kabaîşê got, "Em dê nehêlin ser doza Rojîn Kabaîşê were girtin."
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser lêpirsîna mirina Rojîn Kabaişê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku saziyên dewletê ser kuştinên jinan digirin û doza Rojîn Kabaîşê jî ji bo vê yekê mînak e.
Meclisê bertek nîşanî daxuyaniya Parêzgarê Wanê yê wê demê da ku piştî mirina Kabaîşê û beriya otopsiyê gotibû bûyer “xwekuştin” e.
“Her roj delîlên nû derdikevin holê”
Parêzerê malbata Rojîn Kabaîşê Abdurrahman Karabulut ragihandibû ku li gorî encamên otopsiyê di mîde û organên hundir ên Rojînê de madeyên "Rocuronium" û "Ornidazole" ên bêhişxistin û felçkirinê hatine dîtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêpirsîna mirina Rojîn Kabaîşê de her roj delîlên nû derdikevin holê û hat îdiakirin ku bêdengiya wezaretan nîşan dide ku lêpirsîn bi awayekî bibandor nayê meşandin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bal kişandin ser rapora otopsiyê ya Saziya Bijîşkiya Dadî û hat destnîşankirin ku di mîde û organên hundir ên Rojîn Kabaîşê de madeyên dermanên bi navê Rocuronium û Ornidazole hatine tesbîtkirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku tevî van delîlan jî ev 2 sal in doz nehatiye ronîkirin.
Pirsên ji bo wezaretan
Di daxuyaniyê de ev pirs ji Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê hatin kirin:
- Madeyên dermanan ên ku di mîde û organên hundir ên Rojîn Kabaîşê de hatine tesbîtkirin ji kû hatin?
- Ev derman ji aliyê kê ve û kengî dane Kabaîşê?
- Gelo qeydên nexweşxaneya ku emeliyat lê hatiye kirin hatine vekolîn?
- Gelo îfadeya bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên wezîfedar hatiye wergirtin?
- Çima ev delîl 2 sal in nebûne mijara lêpirsîneke berfireh?
“Ronîkirina dozê deynê desthilatê yê ji bo jinan e”
Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku bersivdana van pirsan dê di têkoşîna li dijî kuştinên jinan û tundiya li dijî jinan de bibe gaveke jidil.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ronîkirina kuştina Rojîn Kabaîşê deynê vê desthilatê yê ji bo jinan e” û hat diyarkirin ku ew dê destûrê nedin ser dozê were girtin.



