Hereketa Azadî derbarê rûxandina goristanên Kurdên Êzidî de: Ev li dijî exlaqê netewa Kurd e

29-03-2020
RÛDAW
Nîşan Hereketa Îslamî Kurdên Êzidî Qubîn Nisêbîn Mêrdîn Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Azadî, xerabkirina goristanên Kurdên Êzidî şermezar kir û ragihand, ev yek li dijî exlaqê netewa Kurd e.

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Azadî) derbarê rûxandina goristanên Kurdên Êzidî de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “li gel ku ti cihê van êrişan di ti olan de nîne, ev rewşeke li dijî exlaqê netewa Kurd e jî.”

Di daxuyaniya Hereketa Azadî de amaje bi wê jî hatiye kirin, bi hezaran sal e hemû bawerî û mezhebên ciyawaz bi biratî li Kurdistanê dijîn û daxwaz ji hemû hizb û rêxistinên civaka sivîl hatiye kirin ku “destwerdanê di vê bûyera dijemirov bikin” ji bo ku dûbare nebin, hesasiyeta pêwîst bê nîşandan.

Herwiha Hereketa Azadî êrişên bi vî rengî şermezar dike û tekez dike ku ew dê her hevkar bin li gel civaka Kurdên Êzidî.

Goristana Qubê Hesen Beg a Kurdên Êzidî li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û herwiha goristana Kurdên Êzidî li Qubîna Êlihê roja 27ê vê mehê hatibûn rûxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst