Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê bi navê Ciwan Mihemed Emîn sê endamên malbata xwe kuştin.
Wî her wiha zarokek birîndar kir û piştre dawî li jiyana xwe anî.
Dêya xwe jî kuşt
Li gorî agahiyan, Ciwan Mihemed Emîn bi çekê êrişî malbata xwe kiriye.
Di encamê de wî dêya xwe Ezîzeya 50 salî, birayê xwe Egîd û keça birayê xwe kuştine.
Di heman êrişê de keçeke din a birayê wî ya 7 salî jî bi giranî birîndar bûye.
Xwe jî kuşt
Hat ragihandin ku kujer piştî bûyerê ber bi mezrayeke nêzîkî herêmê reviyaye.
Wî li wir bi heman çekê dawî li jiyana xwe aniye.
"Madeyên hişbir bi kar dianîn"
Xalê Ciwan derbarê sedem û paşxaneya vê bûyerê de agahî dan.
Xalê wî da zanîn ku xwarziyê wî madeyên hişbir bi kar dianîn.
Wî diyar kir ku Ciwan di heman demê de ji ber giraniya debarê di bin zextên aborî de bûye û pirsgirêkên wî yên malbatî jî hebûne.



