Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Wezîrê Avadankirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Agrîn Ebdulah ragihand ku dîzayna niha ya "Rêya Bipêşketinê" ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pêşniyazekê pêşkêşî Bexdayê bike da ku beşek ji otoban û xeta trênê di axa Kurdistanê re derbas bibe.
Alîkara Wezîrê Avadankirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê Agrîn Ebdulah li ser projeya Rêya Bipêşketinji Rûdawê re axivî.
Agrîn Ebdulahê got, "Piştî dîtina nexşeya destpêkê ya Rêya Bipêşketinê derket holê ku proje ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye û xeta trênê û otoban di ti deverên me re derbas nabin."
Agrîn Ebdulahê diyar kir ku wan raporek amade kiriye û wiha pê de çû:
"Me hemû gilî û têbiniyên xwe yên li ser projeyê civandin. Rapor dê hefteya bê radestî Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê were kirin û pişt re jî ji bo Bexdayê bê şandin."
Daxwaza derbasbûna di Herêma Kurdistanê re
Agrîn Ebdulahê derbarê pêşniyaza di raporê de destnîşan kir:
"Em bi rêya Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî daxwaz dikin ku beşek ji rêyên lezgîn û xetên trênê yên Rêya Bipêşketinê di Herêma Kurdistanê re derbas bibe."
Li gorî agahiyên Wezareta Avadankirinê ya Herêma Kurdistanê, Bexda heta niha razî nabe ku rêya hesinî û otobana projeyê di nav Herêma Kurdistanê re derbas bibin.
Agrîn Ebdulahê li ser wan herêmên Herêma Kurdistanê yên ku dikevin nav projeyê got, "Tenê 10 heta 11 kîlometreyên pişt Bendava Mûsilê dikevin nav projeyê."
Alîkara Wezîrê Avadankirin û Niştecîkirinê eşkere kir ku di dîzayna heyî de, ev rêya stratejîk tenê di herêmên Erebên Şîe û Sunî re derbas dibe û ji herêmên Kurdan hatiye dûrxistin.
Agrîn Ebdulahê da zanîn ku di pêşniyaza wan de tê xwestin ku ew beşa digihe sînorê Tirkiyeyê, di nav xaka Herêma Kurdistanê re derbas bibe.
Projeya Rêya Bipêşketinê çi ye?
Dirêjiya Rêya Bipêşketinê hezar û 200 kîlometre ye.
Ev proje ji xetên veguhestina kel û pelan, geştiyaran û rêya hesinî pêk tê.
Rê ji Bendera Fawê ya parêzgeha Besreyê dest pê dike û heta nav axa Tirkiyeyê diçe.
Mesrefa giştî ya projeyê bi 17 milyar dolarî tê texmînkirin.
Ji bo kirîna trênên bi elektrîk ên nûjen 10,5 milyar dolar û ji bo rêya hesinî jî 6,5 milyar dolar tên veqetandin.
Tê çaverêkirin ku qonaxa yekem a projeyê sala 2028an bi dawî bibe û qonaxa dawî jî sala 2050î temam bibe.



.jpg&w=3840&q=75)