Nasnameya 10 şervanan hat eşkerekirin

29-01-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Nasname Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 10 şervanên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 10 şervanên ku li deverên cuda û di dîrokên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê şervanan di navbera Çiriya Paşîn a 2024an û Kanûna Paşîn a 2025an de li canê xwe ji dest daye.

HSDyê sersaxî ji malbatên şervanên re xwest û got:

“Bila dilê wan rehet be, em li ser rêya şehîdên xwe ne, em dê têkoşîna wan bidomînin, alaya wan bilind bikin, heta ku em bigihêjin serketinê.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 10 şervanan wiha ne:

Qehraman Botan (Fewaz Ebdulqadir) li Kobaniyê ji dayîk bûye û Kanûna Pêşîn a 2024a li Reqayê canê xwe ji dest daye.

Rojbîn Hesekê (Şahîn Elî) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Pira Qereqozaqê canê xwe ji dest daye.

Dilo Menacîr (Îbrahîm Mihemed El Hemed) li El Menacirê ji dayîk bûye û 23yê Kanûna Paşîn a 2025an li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest daye.

Îskender Hesekê (Zihdî Xelef El Sefan) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 25ê Kanûna Paşîn a 2025an canê xwe ji dest daye.

Çiya (Şêx Hisên Osman Muslim) li Kobaniyê ji dayîk bûye û 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Nexweşxaneya Şehîd Saryayê canê xwe ji dest daye.

Taha Ferhad Hemza (Taha Ferhad Hemze) li Kobaniyê ji dayîk bûyer û 15ê Çiriya Paşîn a 2024an li Herêma Firatê di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

Dogan (Elî Ehmed Yûsif) li Reqayê ji dayîk bûye û 13yê 25ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Tebqayê canê xwe ji dest daye.

Mihemed Ehmed El Xelîl li Helebê ji dayîk bûye 10ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Gundê Lahîniyê canê xwe ji dest daye.

Kiwan (Mihemed Xêr Selîm El Ferêh) li Hecînê ji dayîk bûye û 11ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Kovan Hesekê (Mihemed Mahir El Muşrif) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst