Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma CHPyê û Parlamenterê Manîsayê Ozgur Ozelê ku bi biryara dadgehê ji serokatiya giştî ya CHPyê hatibû dûrxistin, ji bo hinek hevdîtinan çû Amedê.
Ozgur Ozel li balafirgehê ji aliyê endamên CHPyê ve bi dahol û zirneyê, dirûşm û tîlîliyan hate pêşwazîkirin.
Ozelê ku li Balafirgeha Amedê ji aliyê endamên CHPyê ve hat pêşwazîkirin, pişt re silav da qerebalixa ku li ber deriyê balafirgehê li benda wî bû.
Welatiyên ku ji bo Ozel kom bûbûn, dirûşmên wekî "Serok Ozgur, Tirkiyeya azad" û "Amed bi te serbilind e" gotin.
Endamên CHPyê pankarteke bi nivîsa "Hûn bêyî ku li paş xwe binêrin bimeşin çimkî em hene. Amed li dijî butlanê ye" amade kiribû û li ber wê pankartê wêne hatin girtin.
Ozgur Ozel dê di çarçoveya bernameya xwe ya Amedê de li Mizgefta Mezin nimêja Înê bike û pişt re li navçeya Sûrê biçe serdana dikandaran.
Li gorî bernameyê, Ozel dê pişt re li navçeya Bismilê bi cotkaran re bicive.
Her wiha dê li bajêr bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re jî civînekê li dar bixe.
Tê pêşbînîkirin ku Ozgur Ozel hevdîtinên xwe yên Amedê êvarê bi civîna bi ciwanan re bi dawî bike.
.jpg&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)