Li Qersê 18 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 18 kes bi “hinceta PKKyê” hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Wanê, xebatên deşîfrekirina çalakiyên PKKyê berdewam dikin.

Walîtiya Wanê ragihand ku hinek kesan li ser torên medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Wanê, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Wanê, bi hinceta “çalakiyên PKKyê” operasyonek li dar xist.

Di operasyona tîmên cendirmeyê de 18 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku li binkeya cendirmeyan miameleyên kesên hatine desteserkirin didomin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst