Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Encumena Parêzgeha Hisîçayê Xalid Îbrahîm ragihand ku ji bo vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê palneke wan heye.
Endamê Encumena Parêzgeha Hisîçayê Xalid Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser gelek mijarên girîng ên herêmê axivî.
Xalid Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de sersaxî da malbatên qurbaniyên qezaya trafîkê ya li ser rêya Til Temir û Hisîçayê.
Her wiha wî ji bo birîndaran daxwaza şîfayê kir.
Pêwendiyên Kurd û Ereban û xwenîşandan
Xalid Îbrahîm li ser alozî û xwenîşandanên dawî yên li herêmê axivî û wî diyar kir ku her kesê li Sûriyeyê dijî êş û azaran dikişîne.
Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku mafê hemû pêkhateyan e ku bi awayekî şaristanî daxwazên xwe bînin zimên û got:
"Em dibînin ku li Qamişloyê, Amûdê û gelek derên din xelk ji ber xizmetguzariyê û bihayê kel û pelan derdikevin qadan. Ev mafekî rewa ye.
Lê belê divê em li herêmê bihevrejiyanê biparêzin. Pêwendiyên Kurd û Ereban xwedî dîrokeke kevn û kûr in."
Xalid Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku di vê qonaxa hesas de divê her kes bi rêya diyalog û dan û standinê pirsgirêkan çareser bike.
Wî xwest ku her kes xwe ji alozî û şerê çekdarî dûr bigire.
Stasyona Avê ya Elokê û pirsgirêka avê
Xalid Îbrahîm li ser pirsgirêka avê ya ku ev çend sal in li Hisîçayê didome axivî.
Bi gotina wî Stasyona Avê ya Elokê bûye mijareke mirovî û siyasî.
Xalid Îbrahîm li ser rewşa dawî ya gihîştina avê wiha got:
"Piştî demeke dirêj av gihîşt Hisîçayê, Til Temirê û gundewarên wan. Ev yek bû sedema dilxweşiya xelkê.
Lê hîn jî kêmasî hene û pergal bi temamî nehatiye sererastkirin. Ji ber ku binesaziya avê di dema şerê li dijî DAIŞê û di serdema rejîmê de gelek zerer dîtibû."
Wî diyar kir ku ji bo av bigihîje hemû malan xebatên saziyên pêwendîdar ên herêmî û navneteweyî bi rêk û pêk didomin.
Vegera koçberên Serê Kaniyê û Efrînê
Yek ji mijarên herî girîng ên axaftina jî vegera koçberan bû.
Xalid Îbrahîm eşkere kir ku ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê û Efrînê planeke berfireh heye.
Wî da zanîn ku zêdetirî 13 hezar malbatên koçber niha li kampan an jî li bajarên din dijîn.
Xalid Îbrahîm li ser amadehiyên vegerê jî wiha got:
"Lîsteya navên wan kesên ku dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe tê amadekirin. Di asta siyasî û îdarî de xebat hene da ku ev karwan bi rê bikevin.
Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de gavên pratîkî werin avêtin û xelkê me vegere ser axa xwe."
Xalid Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bangî hemû saziyên birêvebir û navneteweyî kir ku ji bo bipêşketina herêmê û pêkanîna aramiyê piştgiriyê bidin xebatên wan.


