Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ragihand ku dê li ser hevdîtina li Îmraliyê agahiyeke berfireh bidin wan û nêrîna wan jî were wergirtin.
Karasu her wiha diyar kir ku ji bilî nûçeyên di medyayê de agahiyeke sînordar gihîşt destê wan.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ji Medya Haberê re axivî û rûdanên dawî yên derbarê pêvajoya çareseriyê nirxandin.
"Dilgiraniyên xelkê hene"
Mustafa Karasu bal kişand ser wê yekê ku "di nav xelkê û derdorên dost de dilgiraniyên mafdar çêbûne" û tekez kir ku serkeftina pêvajoyê girêdayî sekna aliyê Kurdan e û wiha domand:
"Bê guman ji ber nêzîkatiya desthilatê dilgiraniyên xelkê û dostên me çêdibin.
Em, ji dilgiraniyê zêdetir li ser wê yekê disekinin ku divê pêvajo çawa biçe û em helwesta xwe diyar dikin. Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, divê gelê Kurd bi hêza xwe ya rêxistinkirî saxlem bisekine."
Hevdîtina piştî du mehan
Wî destnîşan kir ku ew projeyasayê wekî gaveke destpêkê dibînin û got:
"Ev du meh bûn bi Rêber Apo re hevdîtin nedihatin kirin. Di rastiyê de ev yek li dijî karaktera pêvajoyê bû. Mijareke ew qas girîng e. Wan bi xwe jî wekî gelekî girîng dinirxand.
Digotin dê pirsgirêka sedsalî biqede û dê asoyên nû ji Tirkiyeyê re vebin. Lê di mijareke wiha de, nedîtina mixetabê sereke yê gelê Kurd Rêber Apo di nav du mehan de, xist nav me û derdoran ku gelo çi dibe. Me ev yek rexne kir. Me helwesta xwe diyar kir.
Em li ser wê yekê sekinîn ku divê dewlet çawa nêzîk bibe. Piştî van nirxandinên me, bi rêbertî re du meh bi şûn de hevdîtinek hat kirin.
Bê guman, kirina vê hevdîtinê ev yek nîşan dida: Hinek pirsgirêk hene lê nîqaş hene ji bo ku ev pirsgirêk werin derbaskirin. Me wiha nirxand ku bi vê hevdîtinê dixwazin wan pirsgirêkan derbas bikin. Û wiha jî bû, hevdîtin çêbû."
"Biratiya Kurd û Tirkan"
Karasu li ser naveroka hevdîtinê jî axivî û wiha pê de çû:
"Şandeya DEM Partiyê çûbû hevdîtinê. Daxuyaniyên wan çêbûn. Nêzîkatiya Rêbertî hebû, bi taybetî wî tekez kiribû ku divê mirov bi awayekî teng û hêsan nêzîkî dewletê nebe.
Ducare pêkhatina biratiya Kurd û Tirkan, amadebûna gelê Kurd a ji bo vê biratiyê... Bê guman diyar e ku divê ev biratî li ser bingeha mafan, li ser bingeha mafên serekî yên gelê Kurd be. Jixwe em jî vê dibêjin. Mixetabên me jî vê yekê dizanin.
Ji vî aliyî ve, ji xeynî tiştên di medyayê de agahiyeke kurt gihîşt me. Hat diyarkirin ku dê di demeke nêzîk de li ser hevdîtina 5 demjimêran agahî bidin me û nêrîna me jî were wergirtin.
Rêber Apo nêzîkatiyeke wiha nîşan daye, projeyasayek birine ji Rêber Apo re û li serê sekinîne."
"Xuya ye ku lihevkirin pêk hatiye"
Karasu da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo projeyasayê nêrînek daye û got:
"Rêber Apo ji bo vê projeyasayê gotiye, dibe ku kêmasî û têrnekirinên wê hebin lê gavek e, ji bo vekirina deriyekî destpêkek e. Wî diyar kiriye ku divê mirov wiha nêzîk bibe.
Yanî bi eşkereyî Rêber Apo wiha nirxandiye ku 'Bila, qanûneke wiha dibe, dibe destpêkek lê divê piştî wê jî hebe.' Bê guman em jî li bendê ne ku projeyasa bigihîje destê me."
Têgeha 'rêxistina terorê'
Mustafa Karasu rexne li bikaranîna têgehên di projeyasayê de girt û wisa axivî:
"Bê guman berê projeyasayek di çapemeniyê de hat belavkirin. Gihîşt me jî. Lê bi rastî ti aliyên wê projeyasayê tune bû ku were qebûlkirin. Tê fêmkirin ku li ser wê projeyasayê nîqaş hatine kirin û xuya ye ku lihevkirinek pêk hatiye.
Bi taybetî bikaranîna têgehên wekî 'rêxistina terorê' di pêvajoyeke wiha de... Em bêjin me partî hilweşand. Me dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê anî.
Me diyar kiribû ku eger şert û merc çêbibin û azadiya raman û rêxistinbûnê bi temamî hebe, heger di dema rêxistinbûn û derbirîna nêrînan û nirxandinên li ser pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûnê de ti astengî dernekevin, em dê jixwe têkevin nav têkoşîna siyasî ya demokratîk. Jixwe helwesta me ev e."
"Em pêvajoyê teşwîq dikin"
Karasu tekez kir ku ew ji bo pêvajoyê amade ne û got:
"Em jixwe pêvajoyê rast dibînin, em piştgiriyê didinê. Bê guman ji ber nêzîkatiya desthilatê dilgiraniyên xelkê û dostên me çêdibin.
Em ji dilgiraniyê zêdetir li ser wê yekê disekinin ku divê pêvajo çawa biçe û em helwesta xwe diyar dikin, nêrîna xwe dibêjin.
Li hêla din em tim vê yekê jî dizanin: Pirsgirêk ne tenê mayîna li ser wê yekê ye ku dê dewlet gavan biavêje yan na, ne tenê li bendê man e.
Bê guman ji bo diyarkirina pêvajoyê, pêwîst e ku hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi hêza xwe ya rêxistinkirî saxlem bisekinin û helwesta xwe diyar bikin.
Me her tim ev yek got. Tiştê pêwîst ev e. Heger projeyasa were ber destê me, em dê jixwe binirxînin.
Wekî ku Rêber Apo gotiye, heger destpêkek be, heger deriyekî vedike, heger herî kêm bibe gava pêşîn a bipêşketin û gavên nû yên dema bê, bê guman em dê jî bikevin nav nêzîkatiyeke ku pêvajoyê teşwîq dike."



