Mayîn bi şivanekî de teqiya: Birînên wî xedar in

28-07-2023
Nîşan Mayîn Biradost Sîdekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Biradostê mayîn bi şivanekî de teqiya. Şivan birîndar bû û birînên wî xedar in.

Berpirsê Ragihandina Dezgihê Giştî yê Karûbarên Mayînan ê Hewlêrê Raber Enwer, ji Rûdawê re ragihand ku şivanekî 15 salî yê bi navê S.N.S. li herêma Biradostê pêl mayînê kiriye.

Şivanê ku pêl mayînê kiriye xelkê nahiyeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê ye.

Îsal neta niha li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlerê 6 kesan pêl mayînan kiriye.

2 kesan ji wan jiyana xwe ji dest daye, 4 kesên din jî hinek endamên laşê xwe ji dest dane.

13 hezar 557 kes bûne qurbanî

Li Herêma Kurdistanê heta niha 13 hezar 557 kes bûne qurbaniyên mayînan û bermayîyên şer.

Ji van qurbaniyan 6 hezar kesan canê xwe ji dest daye yên mayî jî birîndar bûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst