Tirkiye şervana YPJê Çîçek Kobanî li Rihayê dadgehî dike

28-07-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava YPJ Çîçek Kobanî Kurd Şervana Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê duyemîn civîna dadgehîkirina şervaneke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê, Çîçek Kobanî birêve diçe, ku di êrîşa Cotmeha par a Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de dîl ketibû destê komên çekdar û paşê radestî Tirkiyê hatibû kirin.

Proseya darizandina Dozgîn Temo ku wek “Çîçek Kobanî” tê naskirin, îro Sêşemê 28ê Tîrmeha 2020 li 5mîn Dadgeha Sizayên Giran a Rihayê birêve diçe.

Çîçek Kobanî niha li girtîgehekê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê girtî ye.

Di îdianameya derbarê wê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku ew di navbera 26 Cotmeha 2019 û 5ê Mijdara heman sale di operasyonekê de li gundê Mişrefa yê ser bi bajarokê Eyn Îsa ve li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye girtin û paşê radestî Tirkiyê hatiye kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJê roja 25ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku şervana wan “Çîçek Kobanê roja 21ê vê mehê di êrîşa çekdaran bo ser Eyn Îsa de û bi birîndarî êxsîr ketiye” û berpirsatiya parastina canê wê şervana xwe xistibû milê civaka navdewletî.

Fermandariya YPJê dabû xuyakirin, ku ew şervana wan di demekê de hatiye êxsîrkirin, ku hêj dema agirbesta li gor rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bi dawî nebibû û berovajiyê agirbestê, hêzên ser bi Tirkiyê ve êrîşî navçeyên di bin kontrola wan û HSDê de kirine.

Li aliyekê din roja 26ê Cotmehê medyayên Tirkiyê wêneyeke Çîçek Kobanî belav kiribûn û ragihandibûn ku ew wêneyê Çîçek Kobanê ye û li nexweşxaneyeke wî welatî tê dermankirin.

Parêzgerê wê şervana Kurd, Hîdayet Enmek ragihandiye, vekirina wê doze li ser Dozgîn Temo (Çîçek Kobanî) binpêkirina maddeya 302 a Yasaya Sizayê ya Tirkiyê kiriye û tekez dike, Dozgîn li gor yasayê nehatiye desteserkirin û ti belgeyek jî nîne ku îsbat bike di dema desteserkirinê de wê tawan kiribe.

Ew parêzer herwiha dibêje, dibe ku di demên bihê de ev mijar ji aliyê yasaya navdewletî ve bibe sedema kêşeyan û Tirkiyê bixe tengasiyê, çimku kesek ku li welatê xwe dijî, ji aliyê hin kesan ve hatiye desteserkirin û paşê radestî Tirkiyê hatiye kirin û li Tirkiyê jî weke ku wê tawan kiribe, tê darizandin.

Tirkiyê roja 9ê Cotmehê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de kir. Ji destpêka êrîşan ve heta niha zêdetir ji 300,000 kes aware bûne û zêdetir ji 200 kesên sivîl jî di êrîşên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve hatine kuştin.

Tirkiye, şervanên Kurd ku bo dema çend salan di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên Amerîkayê bûn, weke “terorîst” bi nav dike û dibêje, ew dê wan hêzan ji navçeyên sînorî bi kûrahiya 32 kîlometran dûr bike.

Komên çekdar ên Sûrî ku di êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê de beşdar bûn, bi awayekî ciddî bi encamdana “tawanên şer li dijî welatiyên sivîl” hatine tohmetbarkirin.

Niha zêdetir ji 100 gund û herdu bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê, Serê Kaniyê û Girê Spî di kontrola wan çekdaran û artêşa Tirkiyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst