Hewlêr (Rûdaw) - Li navbera Çewlîg û Amedê, piştî çêkirina kaniya li ser navê Şêx Seîd, niha jî li ser rêya ku diçe kaniyê tabelayên rê hatin danîn.
Kaniya ku li gundê Qerxebazarê ya li navbera navçeya Kanîreşa Çewlîgê û parêzgeha Mûşê, ji bo bîranîna Şêx Seîd hatibû danîn, beriya demekê ji aliyê Komeleya Paleviyê ve hat nûkirin.
Ji vê kaniyê re navê “Kaniya Şehîd Şêx Seîdê Palewî” hate lêkirin.
Tabelayên rê hatin danîn
Piştî çêkirina kaniyê, endamên komeleyê li ser rêya ku diçe ber kaniyê tabelayên rê danîn. Endamên komeleyê li ber tabelayan daxuyaniyek da û wiha got:
“Me beriya demekê ev kanî çêkiribû. Niha jî ji bo ku hemû welatî karibin bi rehetî cihê kaniyê bibînin, me tabela danîn.
Armanca me tenê xizmetkirina Îslamê û vejandina bîranîna Şêx Seîd e. Em vê yekê ji bo ti berjewendiyan nakin, tenê ji bo xatirê Xwedê û Îslamê dikin.
Xwedê bike nesîb ku em li ser rêya wan bimeşin. Şêx Seîd di tevahiya jiyana xwe de ji bo Îslamê têkoşiya.”
Taybetmendiya kaniyê çi ye?
Li gorî gotinan, Şêx Seîd di dema serhildana sala 1925an de bi hevalên xwe re xwe spartiye gundê Qerxebazarê û 22 rojan li wir maye.
Li gorî gundiyan, di wê demê de li wî herêmî ti çavkaniya avê tunebûye lê piştî ku Şêx Seîd li wir maye av ji erdê derketiye û wan heta roja ji gund derketine vê avê bi kar aniye.
Her wiha tê bawerkirin ku ava vê kaniyê pîroz e û nexweş ji bo dermanê, tên ji vê avê dibin.".
Şêx Seîd kî ye?
Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê li dijî Komara Tirkiyeyê serhildanek da destpêkirin lê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û rêhevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.
Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Paloyê ya Xarpêtê ji dayîk bûye.
Ew li Bakurê Kurdistanê şêxekî girîng û navdar ê terîqeta Neqşbendiyan bû.
Şêx Seîd xwendina xwe ya olî li bajarê Xinisê yê parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê qedandibû.
Ew serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû, li gel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da ku li dijî Komara Tirkiyeyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike.
Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.
Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdan de serhildaneke berfireh a ku li 14 bajar û navçeyan belav bû.
Di heman demê de ew serhildanan yekem bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin bidarvekirin.
Piştî ku Serhildana Şêx Seîd şikest û ew û gelek rêhevalên wî hatin girtin, 10ê Gulana 1925an li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê hatin darizandin.
Darizandina wan nêzîkî 50 rojan berdewam kir.
28ê Hezîrana 1925an dadgehê derbarê Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî biryara bidarvekirinê da.
Li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.
Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji rêhevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an roja 28ê Hezîranê û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî 29ê Hezîrana 1925an li taxa Deriyê Çiyê yê Amedê hatin bidarvekirin.
Bi tevahî 47 kes hatin bidarvekirin.
Ji wê rojê heta niha hîn jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyeyê termê Şêx Seîd û rêrêhevalên wî li kû derê veşartine û gora wan hîn jî ne diyar e.
Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û rêxistinên Kurdan ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gorên Şêx Seîd û rêrêhevalên wî were eşkerekirin.
.jpg&w=3840&q=75)


