Hewlêr (Rûdaw)- Şandek ji Tevgera Gorranê serdana baregeha serekî ya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike.
Şanda Tevgera Gorranê ji odeya peywendiyan û civata niştimanî ya tevgerê bi serokatiya Mihemd Hacî pêkhatiye, herwiha şanda YNK jî bi serokatiya endamê polîtburoya YNK Seidî Pîre ye.
Derbarê armancên vê serdanê de, berpirsê odeya peywendiyan a Gorranê, Miheme Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Mebest ji vê serdanê asayîkirina peywendiyan ligel YNK ye, ku di çar salên borî de peywendî bi PDK û YNK re li ser astê komîteyek taybet bû û ne di astekî baş de bûn.”
Mihemed Hacî aşkere kir ku dibe ku şandeke Gorranê di van rojên bê de serdan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bike “Bo heman mebestê.”
Navhatî amaje kir ku niha Kurdistanê di qonaxek nû re derbas dibe û pêwîste Gorran têkiliyên xwe bi PDK û YNK re xweştir bike, ku di her 4 salên borî de hin alozî ketibû van peywendiyan de û got: “Em niha di qonaxek nû de ne, ew qonax jî beşdariya Tevgera Gorranê ye di desthilat û hikumraniya Herêma Kurdistanê de ye, lewma ev qonaxa nû siyaset nû dixwaze.”
Mihemed Hacî aşker kir jî ku ev civîn ne taybete bi pirsa parvekirina postên parêzgeha Silêmaniyê “Lê dibe ku di çarçoevay gotûbêjkirinê de axeftin li ser vê pirsê bibe.”
Hacî da zanîn jî ku ew niha “Di danûstandinê de ne ligel YNK bo emncûmena parêzgeha Silêmaniyê û behsa wê yekê tê kirin ku çareseriyek bê dîtin, ku her du alî jê razî bin.”
Wî berpirsê Tevgaera Gorranê aşker kir ku: “Yek ji bijardeyan ewe ku posta parêzgarê Silêmanî du sal bi du sal birêve biçe, di civîna bê de jî em her du alî dê behsa vê pêşniyazê bikin.”

.webp&w=3840&q=75)

