Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan
Mezlûm Ebdî û Îlham Emed doh êvarî li Şamê bi Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî re civiyabûn.
Ev gelekî girîng e ji ber ku di nav mehekê de ev cara duyem e ku Ebdî û Şer rû bi rû hevdîtin dikin.
Tevlîbûna leşkerî
Li gorî zanyariyan, xala herî krîtîk a civînan tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê ye.
Mezlûm Ebdî rojên borî daxuyaniyeke taybet dabû Rûdawê.
Ebdî eşkere kiribû ku HSD dê di bin banê artêşa Sûriyeyê de wekî lîwayên xwecihî ji nû ve were organîzekirin.
Li gorî vê yekê, tê pêşbînîkirin ku lîwayên Hisîça (Hesekê), Qamişlo, Dêrik û Kobaniyê werin avakirin.
Her wiha tê plankirin ku lîwayeke ji ciwanên Efrînî pêk tê jî were avakirin.
Di perwerdeyê de daxwaza zimanê fermî
Yek ji xalên girîng ên civînan jî dosyeya perwerdeyê ye.
Aliyê Kurdan daxwaz dike ku mufredata Kurdî ya ku ev 15 sal in li Rojavayê Kurdistanê tê bicihkirin bi fermî were naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Li aliyê din, tê destnîşankirin ku rêveberiya Şamê pêşniyar kiriye ku Kurdî wekî "derseke bijarte" were pêşkêşkirin.
Îlham Ehmedê beriya serdana Şamê tekez kiribû ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û nabe bibe mijara bazarê.
Wê her wiha destnîşan kiribû ku ew dixwazin ev yek di destûra Sûriyeyê de bi garantiyeke qanûnî were parastin.
Saziyên îdarî û dadî bi Şamê re dibin yek
Di qada siyasî û îdarî de jî gavên berbiçav dest pê kir.
Tevlîbûna meclisên jinan û yekîneyên birêveberiyên xwecihî yên li herêma Cizîrê bi Wezareta Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê re bi rêjeyeke mezin temam bû.
Her wiha tê çaverêkirin ku dosyeyên dadî yên li herêmê werin yekkirin û avahiyên dadgehan destpêka meha Îlonê bi fermî dest bi xizmetê bikin.
Îdia: Îlham Ehmedê post red kiriye
Tê pêşbînîkirin ku di civînan de mijara dayîna postên bilind ên dewletê ji bo serkirdeyên Rêveberiya Xweser û HSDyê jî were rojevê.
Tê îdiakirin ku postên wekî Alîkarê Serokkomar an jî Alîkarê Wezîrê Karên Derve ji Îlham Ehmedê re hatine pêşniyarkirin.
Lê tê gotin ku Ehmedê ev pêşniyar bi şerta "statuya destûrî ya Kurdan" ve girêdane û li şûna "kursiyekî şexsî" statuyê tercîh dike, lewma jî hîn ev daxwaz qebûl nekiriye.
.webp&w=3840&q=75)
_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
