Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Rojîn Kabaîşê Abdurrahman Karabulut ragihand ku li gorî encamên otopsiyê Rojîn Kabaîş hatiye bêhişxistin û kuştin.
Xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş dema ku ji şevîmana zanîngehê derketibû winda bûbû û termê wê 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Karabulut diyar kir ku di mîde û organên hundirîn ên Rojînê de madeyên bêhişxistin û felçkirinê hatine dîtin.
Parêzer Abdurrahman Karabulut destnîşan kir ku dîtina madeyên bêhişxistinê di laşê Rojîn Kabaîşê de nîşan dide ku ev bûyer kuştin e. Wî da zanîn ku vê yekê ti guman nehîştiye.
Li gorî daxuyaniya Karabulut, di otopsiyê de madeyên "Rocuronium" û "Ornidazole" di mîde û organên hundirîn ên Kabaîşê de hatine tesbîtkirin.
"Rojîn bi felçkirinê hatiye kuştin"
Parêzer Karabulut îdia kir ku beriya ku termê Rojîn Kabaîşê 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an were dîtin, ew madeyên kîmyewî bi rêya mîdeyê dane wê.
Wî diyar kir ku ev made ji aliyê kesên ku destê wan digihîje van kîmyewiyan ve hatine bikaranîn.
Karabulut got ku Rojîn bi Ornidazole û Rocuroniumê hatiye bêhişxistin û piştî ku hilmija wê hatiye felçkirin, ew hatiye kuştin.
"Ev made ji xeynî odeya emeliyatê nayên peydakirin"
Karabulut li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ev tişt anîn zimên:
“Lêkolîna dadî û bijîşkî ya tomarên emeliyata muwekîla me Rojîn Kabaîşê ya 11ê Îlona 2024an û raporên otopsiyê yên Saziya Bijîşkiya Dadî rastiya karesata li pişt mirina wê bi awayekî bêguman derxistiye holê.
Piştî ku termê muwekîla me 15ê Çiriya Pêşîn hat dîtin, otopsî hat kirin.
Di encama otopsiyê de, di mîde û organên wê yên hundirîn de Rocuronium û di mîdeya wê de jî Ornidazole hat tesbîtkirin.
Di şert û mercên asayî de, Ornidazole antîbiyotîkek e ku ji bo dermankirina parazît an jî enfeksiyonên bakteriyel tê bikaranîn.
Her wiha piştî destwerdanên cerahî ji bo pêşîlêgirtina enfeksiyonan tê dayîn.
Rocuronium jî sistkerekî masûlkeyan ê kujer e û di nava çend çirkeyan de masûlkeyên hilmijê felç dike.
Peydakirina vê madeyê ji xeynî odeya emeliyatê ne gengaz e.
Dîtina van her du madeyan di mîdeyê de, pêvajoya bûyerê zelal kiriye.
"Kesên ku destê wan digihîje van madeyan ev kar kiriye"
Temenê binîvbûna Rocuroniumê tenê di navbera 30 û 90 xulekan de ye.
Ji aliyê biyokîmyayî ve ne gengaz e ku ev made bi awayekî taze di otopsiya hefteyan piştî emeliyata 11ê Îlonê de derkeve.
Ev amarên edlî îsbat dikin ku muwekîla me beriya ku 15ê Çiriya Pêşîn were dîtin, ji aliyê kesên ku destê wan digihîje van kîmyewiyan ve hatiye kuştin.
Ornidazole û bi taybetî Rocuronium bi rêya mîdeyê dane wê, ew bêhiş xistine û piştî ku hilmija wê hatiye felçkirin ew kuştine.”



