'Daristanên Başûrê Kurdistanê dibirin û dibin Tirkiyê'

28-05-2021
RÛDAW
Şewata li daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyê
Şewata li daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyê
Nîşan PKK Artêşa Tirkiyê Şewata Daristanan Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sirûşta navçeyên sînorê yên Başûrê Kurdistanê ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê roj li pey roj jinav diçe. Jibilî valakirina gundan ji ber bombebaran û şer, ji aliyê hêz û çekdarên Tirkiye tîne ser sînor, dest bi birîna daran jî hatiye kirin û ew dar ji bo nav Tirkiyê tên veguhastin. Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê jî li ser vê mijarê hişyariyê dide.

Ji ber şer û pevçûnan û operasyon û bombebaranên Tirkiyê bi sedan gundên dikevin nav sînorê Başûrê Kurdistanê, hatin valakirin û dehan donim bax, baxçe û daristan şewitîn. Niştecihên heremê dibêjin bi leşkerên Tirkiyê re hinek çete bi kompanyeyan re lihev dikin darên li Herema Kurdistanê dibirin û derbasî wî aliyê sînor dikin.

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî ji Rûdawê diyar kir ku li wan cihên ku Tirkiyê serbazên bicih kiriye, daran dibirin û jêrxanaya aborî ya wan gundên li ser sînor jinav dibe û wiha berdewam kir “her cihên ku Tirkiyê lê bicih bûye çeperên wek kelan çêkiriye û li gel vê yekê daran dibirin. Hinek cihên li ser sînor yên wek Nizarê Tavê, Elemînê heta Qesirkê, cihekî wisa bû ku heta êvarê ji bigeriyayî ji daran mirov esman û rojê nedidît. Bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û îhtîmale danûstendin kompanyeyan re heye û dibin Tirkiyê”

Hirorî bal kişand ser vê yekê û got “Ew çiya hemû ji daran hatiye paqijkirin. Niha ev cihê ku têne dîsa dest bi çêkirina rêyan dikin. Cihên ku Tirk dikevinê jê dernakevin.”

Di vê navberê de şewata daristanê li herêma Keste cihê ku şer û pevçûn lê dijwar berdewam e. Gundî hewl didin pêşî li şewata ku nêzî gundê wan dibe bigirin û diyar dikin ku guleyên topê bûne sedema şewatê.

Seîd Kêsteyî got “Tirkiye di serî de derdora gund topbaran kir û ev berdewam kir. Topeke Mîlan li cihê ku pezê me diçêriya ket.”

Li sînorê gundê Kêsteyê şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de berdewam e. Tirkiye bi dijwarî heremê topbaran dike û di encama topbarankirinê de agir bi bax û baxçeyên gundên Kestê, Çelkêya Misilmanan, Çelkêya Krîstiyanan û Geliyê Qumriyê ket.

Muxtarê gundê Çelkêya Krîstiyanan Yuhana Xoşaba got “li seriya gund 15 malên kevn hebûn bi temamî hatin valakirin. Bax û baxçe bi temamî şewitîn.”

Hat zanîn ku tenê li nav sînorê gundê Kêste 6 hezar donim bax, baxçe, û daristan şewitîne.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst