Ji bo Colemêrg, Şirnex û Wanê hişyariya ba û bagerê

28-02-2024
Nîşan Colemêrg Şirnex Wan Ba Bager Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Wanê hişyariya ba û bagerê da.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê îro li derdora Colemêrgê, rojhilatê Şirnexê û başûr û bakurê rojhilatê Wanê bayekî bihêz hebe.

Hat ragihandin ku dê li deverên bilind ên van parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî bager be û dê ew ba û bager heta sibe êvarî berdewam bikin.

Rêveberiya Keşnasiyê ji ber egerên wekî “pirsgirêkên çûn û hatinê, bijehrîbûna ji dûmana sobeyê, kombûna berfê û ketina aşûtê” ji xelkê xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst