Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedî ya Bakurê Kurdistanê êrişên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê
Li parêzgeha Amedî ya Bakurê Kurdistanê êrişên Tirkiye û komêîn çekdar ên li Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin.
Protestoyên li hemberî êrîşên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê û nerazîbûnên li hemberî gefên Tirkiyeyê yên li Rojavayl Kurdistanê dewam dikin.
Li Amedê bi pêşengiya DEM Partî û DBPyê ji bo protestokirina êrîşên li Bendava Tişrînê xwepêşandanek hat li dar xistin.
Di çalakiyê de beşdaran bangî raya navneteweyî kir ku êrîşên li Rojavayê Kurdistanê bidin rawestandin û daxwaza sûriyeyek ku hemû pêkhate tê de bi azad bijîn hat kirin.
Di çalakiya çar saetan dewam kir de beşdaran govend gerandin protestoya rûniştinê pêk an û bi dirûşmeyan armancgirtina Bendava Tişrînê şermazar kir
"Tirkiye dixwaze tiştê ku DAIŞê nikaribû pêk bîne bike"
Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê got:
"Îro zîhniyeta DAIŞê, Bendava Tişrînê û devera qereqozaxê bombebaran dike û dixwaze ew tişta ku DAIŞê pêk neanîbû pêk bîne.
Tirkiyeya ku careke din dixwaze Kobaniyê hilde bin dorpêçê, dixwaze ew tiştê ku DAIŞê nikaribû pêk bîne bike û hewesa wî tiştî dike. Em jî li vir dibijin ku rihê Kobaniyê têk naçe.
Beşdarên xwepêşandanê jî bangê serdestên navneteweyî û desthilata Tirkiyeyê kir ku êrişên li ser Bendava Tişrînê bidin rawestandin û rê li ber avakirina Sûriyeyeke demokratîk bidin vekirin
"Rojava azad nebe em jî azad nabin"
Welatî Saniye Ektiyê wiha anî ziman, "Rûniştina me li ser xêrê be, bi serkeftin be, bi azadî be, bi yekîtî be, bi biratî be û me ji bindestiyê xilas bike.
Em dixwazin Rojava azad bibe ku em jî pê re azad bibin. Ew azad nebe em jî azad nabin
Azadî jî di deste xwedê de ye di deste me da ye. Gerek em bixebitin û em xwe û Rojava tev da azad bikin."
"Em jî dikarin xwe bi rêve bibin"
Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek wiha axivî:
"Wekî însanekî ez pêşî ew êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin û êrişa li ser sivîlan em şermezar dikim.
Neqayîlbûna xwe nîşan didim. Wekî Kurdekî jî dibêjim êdî ji me ra bûye wekî rik û eks.
Em jî di vê sedsalê de dikarin xwe bi rêve bibin û heqê wan ê xwe bi rêvebirinê ve heye li Sûriyeyê jî.
Ji bo Sûriyeyê jî dibêjim: Sûriyeyeke federal, an jî konfederal ji bo her miletekî ku di serî de jî ji bo miletê Kurd em ji bo wê têdikoşin.
Xelkê me li wê dere ne, xwîşk û birayên me li wê dere ne."
"Li Rojavayê xwedî derkevin"
Welatatiyekî jî got, “Bila Rojava jî azad bibe. Banga min li temamê dinyayê ye bila piştgiriya gelê Rojavayê bikin, bila guhên xwe ker nekin, bila li Rojavayê xwedî derkevin.
Welatî Remezan Demîr ji diyar kir, "Ez Sûriyeyeke demokratik dixwazim. Sûriyeyek eku ji hemû ol û netewan gelê wê tê da karibin bi hev re bin."
Piştî daxuyaniya ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê ve hat xwendin çalaki bêyî ku aloziyek derkeve bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse