Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmergeyan yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan bi dawî bûye û wan "serkeftineke dîrokî" tomar kiriye.
Şoreş Îsmaîl di merasîma fermî ya yekkirina hêzên Pêşmergeyan de axivî.
Wî da zanîn ku wan bi vîneke neteweyî karî hemû astengiyan derbas bikin.
Wezîrê Pêşmerge tekez kir ku "yekkirina Pêşmergeyan destkefta neteweyekê ye û em hemû pê serbilind in."
Şoriş Îsmaîl diyar kir ku tevî hewldanên neyaran ên ji bo têkbirina destkeftên Kurdan, hewldana hevbeş a saziyan bi ser ketiye.
Şoreş Îsmaîl ji bo piştgiriya wan a di pêvajoyê de spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.
Wezîrê Pêşmerge her wiha amaje bi rola serkirdeyên herêmê kir û got:
"Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her tim wekî sîwana komker û pişteke bihêz a Wezareta Pêşmergeyan bûye.
Her wiha piştgiriya berdewam a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî roleke mezin lîstiye ku alîkar bûn ji bo bicihanîna vê reforma bingehîn."
Axavtina Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl wiha ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan,
Birêz Kak Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Birêz Kak Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê,
Birêzan Kak Şêx Cefer û Kak Mistefa Seyîd Qadir, Alîkarên Serokê Herêmê,
Birêz Ebdulemîr Şemerî, Nûnerê Serokwezîrê Îraqê Birêz Elî Zeydî,
Konsul, dîplomat, nûnerên welatên hevalbend û şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî
Efser, fermandarên payebilind ên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û amadebûyên hêja...
Ez silava Hêza Pêşmergeyên Yekgirtî ya Kurdistanê pêşkêşî we dikim.
Îro em li beramberî kêliyek gelekî taybet, dîrokî û pir ji destkeft in ji bo gelê me û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.
Îro ew roj e ku xewna me û çendîn nifşên azadîxwaz ên Kurdistanê, daxwaza şehîdên rêya azadiyê û xwesteka rewa ya hemû xemxwiran dibe rastiyeke berxwedan û bihêz.
Bi serbilindiyeke mezin û emaneteke dîrokî ve, em ji hemû cîhanê, gelê xweşewîst ê Kurdistanê, Hêza Pêşmerge û malbatên serbilind ên şehîdan re radigihînin: Pêvajoya yekkirina temam a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li jêr sîwana niştimanî û bi serkêşiya Wezareta Pêşmerge bi serkeftî û bi şêwazekî nûjen bi dawî bû.
Ez pîrozbahiyeke germ li hemû xelkê Kurdistanê, Pêşmergeyên leheng ên li çeperan û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.
Artêşa yekgirtî ya Kurdistanê artêşa gel û niştiman e, parêzvana xelk û axa pîroz a Kurdistanê ye.
'Ji bo artêşeke neteweyî me dest bi reforman kir'
Serxistina vê pêvajoya neteweyî encama vîneke polayî bû.
Em di Wezareta Pêşmergeyan de ji roja yekem a wergirtina vê berpirsyariyê ve bi vîneke bilind û bi nexşerêyeke hûr, akademîk û serdemiyane ketin nav pêvajoya çaksaziyê.
Baweriya me ya temam heye ku Pêşmerge sermayeya neteweyî ya hemû xelkê Kurdistanê ye.
Pêwîst e ev sermayeya biqîmet êdî di nava artêşeke yekgirtî de cih bigire da ku her tim ji bo parastina axa Kurdistanê bimîne.
Rêya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan rêyeke dijwar û tije astengî bû.
Me xwe li hemberî bi dehan astengiyên aloz dîtin, ji arîşeyên komkirî yên salên borî bigire heta digihîje astengiyên siyasî, herêmî û ewlehiyê.
Lê wekî tîmeke yekgirtî me karî hemû berbestan derbas bikin û serkeftineke dîrokî ji bo gelê Kurdistanê tomar bikin.
Hêza Pêşmergeyan di nava 11 firqeyan de hat organîzekirin
Me bi hezaran demjimêran civînên giran û xebatên berdewam pêk anîn, hem li nava wezaretê û hem jî bi hevalbendên navneteweyî re em hevaheng bûn.
Di encamê de me karî hemû Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya 11 firqeyên leşkerî, 2 hêzên piştgiriyê, lîwayeke komando û 2 deverên leşkerî de rêxistin bikin.
Bi vê gava dîrokî, Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke nûjen, pîşeyî û neteweyî ku tenê û tenê li bin ala pîroz a Kurdistanê, bi yek fermande û biryara rasterast a Wezareta Pêşmergeyan erkên xwe bi cih tîne.
'Destkefta hemû neteweyekê ye'
Dema di sala 1976an de em bûn Pêşmerge û me berê xwe da çiyayan, xewna me artêşeke yekgirtî bû.
Ji bo gihîştina bi van armancan, gelê me rûbarek xwîn bexşî û bi sed hezaran ciwanên canfedayî canê xwe feda kir.
Eşkere ye ku neyarên van destkeftan zêde ne û çavê wan bi yekrêziya gelê me ranabe.
Ji ber vê yekê ez bangî her kesî dikim ku dûrî berjewendiyên kesane û partîtî, bi serbilindî li vê destkeftê binêrin û biparêzin.
Çimkî ev destkefta hemû neteweyekê ye û divê roj bi roj bihêztir bibe.
Peyama me ji bo cîhanê û Îraqa federal zelal e: Hêza Pêşmerge ya Yekgirtî ne tenê parêzvana Herêma Kurdistanê ye, belkî mertalê bihêz ê parastina aştî, aramî û rûbirûbûna terorê ye li tevahiya Îraq û herêmê.
Rola Serok Barzanî û Bafil Talebanî
Ez bi rêz û pêzanîneke kûr spasiya rola dîrokî ya Cenabê Kak Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Cenabê Kak Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim.
Ew her tim piştgirên bihêz ên Wezareta Pêşmergeyan bûn. Biryara wan a dîrokî stûna sereke ya derbaskirina astengiyên siyasî bû.
Bi heman awayî, ez rola bibandor a Kak Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge bilind dinirxînim ku di hemû qonaxên hestiyar de sîwana komker û piştgirekî mezin bû.
Piştgiriya berdewam a Serokwezîr Kak Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Kak Qubad Talebanî jî piştek mezin a îdarî, yasayî û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Pêşmergeyan bû di vê kabîneyê de.
Spasiya Amerîka û Koalîsyonê
Ez bi pêwîst dizanim ku spasiya hevalbendên me yên navneteweyî bikim, bi taybetî Amerîka, Brîtanya, Almanya, Holenda û Îtalyayê.
Hebûna wan a li dîwana wezaretê, lîwa, fewc û navendên perwerdeyê de bêrawestan bû.
Piştgiriya wan a di warê rahênan, şêwirmendiya leşkerî, lojîstîk û alîkariya darayî de di serxistina vê armancê de roleke yekser lîst.
Em daxwazê ji wan dikin ku di vê qonaxa nû de jî piştgiriya xwe ya ji bo artêşa yekgirtî ya Kurdistanê bidomînin.
Banga aktîvkirina parlamentoyê û kabîneya nû
Hêvîdar im di demeke kurt de Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û Kabîneya 10an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk were da ku ev destkefta neteweyî bi rêya derxistina yasa û rêzikên pêwîst zêdetir were bihêzkirin û pêdiviyên Pêşmerge bên dabînkirin. Em vê emaneta pîroz radestî kabîneya nû dikin.
Di dawiyê de, ez spasiya tîma Wezareta Pêşmergeyan, efser û fermandaran dikim, bi taybetî Birêkarê Wezaretê Kak Ebdulxaliq Babîrî, Sererkan Îsa Uzêr, Emîndarê Giştî Bextiyar Mihemed û fermandarên deveran Omer Salih û Necat Elî.
Şehîdên Kurdistanê namirin
Bila her bilind be ala pîroz a Kurdistanê
Serkeftin ji bo Hêza Pêşmergeyên Yekgirtî ya Kurdistanê
Gelekî spas."


