Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso got, “Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane.”
9ê Çiriya Pêşîn a 2019an artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin.
Di encama dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketine bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Her wiha demografiya van deveran bi awayekî sîstematîk tê guhertin û hema bêje Kurdên li van bajaran bi temamî hatine koçberkirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso li ser mijarê agahî dan Hêvîdar Zanayê.
“Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane”
Ciwan Îso diyar kir, “Êşa koçberbûnê êşeke piralî ye” û got:
“Heta niha ji bo vegerandina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ti ronahî nîne.
Serê Kaniyê heta niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye.
Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane çimkî ev 5 sal in ku li wir talankirin û wêrankirin heye.
Kesên ku dixwazin vegerin jî di vê rewşa heyî de nikarin vegerin gund û bajarên xwe.”
“Êrişên dewleta Tirk hîn dewam dikin”
Ciwan Îso diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bandorê li vegera koçberan û normalbûna jiyanê dikin û pê de çû:
“Êrişên dewleta Tirk hîn dewam dikin, koçberî hîn dewam dike.
Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan li kêleka koçberên Serê Kaniyê bisekinin.
Ji bo koçber vegerin Serê Kaniyê divê dewleta Tirk û komên çekdar ên çete vekişin û aramî hebe.
Ev mijarên pir mezin in lê mixabin civaka navnetweyî bê deng e. Kes li kêleka koçberên ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê nesekiniye.”
Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê da zanîn ku şêniyên Serê Kaniyê bi piranî li kampên Waşokanî, Newroz û Serê Kaniyê bi cih bûne lê gelek jî derketine derve.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso: Serê Kaniyê di bin dagirkeriyê de ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 27, 2024
🎙️ Li Serê Kaniyê tenê 44-45 Kurd mane
🎙️ Ev 5 sal in ku li Serê Kaniyê talankirin heye
🎙️ Heta niha ji bo vegerandina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ti ronahî nîne
🎙️ Ji bo… pic.twitter.com/yzmfb7TU3l
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse