Doza Mehmet Sîncar hat paşxistin

27-12-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej Mehmet Sincar Doz Partiya Demokrasiyê DEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku sala 1993yan di bûyereke kiryarnediyar de li bajarê Êlihê hatibû kuştin, hat paşxistin.

Doza kuştina parlementerê DEPê Mehmet Sîncar, îro li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû.

Cîhan Sîncara hevjîna Mehmet Sîncar, Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya ÎHDyê Ercan Yilmaz, mafnas û siyasetmedar Racî Bîlîcî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û parêzerên malbatê beşdar bûn.

Di rûniştina 12emîn de dozgerê ku cara ewil e ji dosyayê re hatiye tayînkirin diyar kir ku ew bi hûrgilî dosyayê nizane.

Dozger ji bo lêkolîna berfireh a dosyayê ji dadgehê xwest ku rûniştina dozê taloq bike.

Lijneya dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û rûniştin taloq kir.

Rûniştina bê dê  6ê Hezîrana 2024an be.

Bûyera kuştina Mehmet Sîncar

Mehmet Sîncar 4ê Îlona 1993yan di êrîşeke çekdarî de li Êlihê hat kuştin.

Bûyera kuştina Sîncar yek ji tawanên "kiryarnediyar" e ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatine kirin.

JITEM saziyeke nihênî ya dewleta Tirkiyeyê bû, di salên 80 û 90î de bêyî fermanê ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê û Serokatiya Erkanê, desthilata wê ya operasyonan hebû.

JITEMê bi hezaran tawanên kuştinê li hemberî sivîl, berpirsên fermî û siyasî, sermayedar, efserên hêzên elehiyê û kesayetiyên civakî, berpirsên PKK û kesayetiyên Kurd kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst