AMED - Şofêr bi otobusê alîkarê xwe kuşt

27-12-2023
RÛDAW
Şofêr bi otobusê alîkarê xwe kuşt/Wêne: AA
Şofêr bi otobusê alîkarê xwe kuşt/Wêne: AA
Nîşan Amed Erxenî Şofêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê şofêrekî bi otobusê da ser alîkarê xwe û ew kuşt.

Li gorî agahiyên ku hatîn belavkirin, li navçeya Erxeniyê ya Amedê di navbera şofêrê otobusê Sebahattîn Î. û alîkarê (muewin) wî Abbas Îşler de ji ber sedemeke nayê zanîn nîqaş derketiye.

Otobusa wan dema gihiştiye otogara Taxa Şirînevlerê ya Erxeniyê, alîkar ji otobusê peya bûye, çûye pêşiya otobusê û ji şofêr xwestiye raweste.

Lê şofêr ranewestiya û bi otobusê daye ser alîkarê xwe Abbas Îşler. Di encmanê de Îşler canê xwe ji desta daye.

Piştî bûyerê şofêr Sebahattîn bi otobusê ji cihê bûyerê reviya, lê di rê de li xaleke pişkinînê ya polîsan hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku lêpirsîna şofêr a li Navenda Ewlehiyê ya Erxenî berdewam dike.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayeke çavdêriyê ve hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst