Partiyên Îslamî yên Kurdistanê ji bo hilbijartinan 11 mela kirin namzet

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 11 mela û mamosteyên olî kirin namzet.

Berpirsê Saziya Hilbijartin û Amarên Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Bêstûn Hemesalih ji Rûdawê re ragihand ku wan li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê navên 3 mamosteyên olî li lîsteyên hilbijartinan zêde kiriye.

Bêstûn Hemesalih anî ziman, “Her sê namzet jî mela ne lê ji hatine dûrxistin.”

Mela Entar Îsa serokê lîsteya Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê ya li bazineya Dihokê ye.

Ehmed Sofî Hemîd ji Hewlêrê û Mela Ebdullah Qurqureyî ji Silêmaniyê namzetên Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê ne.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li 3 bazineyên hilbijartinan 7 mamosteyên olî destnîşan kirin.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hêmin Îskender ji Rûdawê re ragihand, 3 mamosteyên olî li Hewlêrê, 3 li Dihokê û yek jî li Silêmaniyê di lîsteya namzetan de ne.

Hêmin Îskender da zanîn, “Hinek ji wan mamosteyan melatiyê dikin.”

Mela Reşîd Xanû û Mela Şakir Mihemed namzetên Yekgirtûya Îslamiyê yên li Dihokê ne û Îsmaîl Mihemed, Îdrîs Kerîm û Hêmin Mihemed jî namzetên Yekgirtûya Îslamiyê yên li Hewlêrê ne.

Endamê Serkirdayetiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Selam Kerîm ji Rûdawê re ragihand, “Di nav namzetên me yên Parlamentoya Kurdistanê de mamosteyekî olî heye.”

Namzetê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Ehmed e ku wekî Mela Xetab tê naskirin.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê, nabe mizgeft, Quran û perestgehên olî ku yên hemû Misilmanan in bibin beşeke pêvajoya hilbijartinan.

136 lîste û hezar û 911 namzetên partî, serbixwe û kotayan ji bo 100 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin.

Kampanyaya hilbijartinan 25ê Îlonê dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşînê berdewam bike.

Dê 18ê Çiriya Pêşînê dengdana taybet û 20ê Çiriya Pêşînê jî dengdana giştî ya xula şeşemîn Parlamentoya Kurdistanê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst