Li Qersê 2 şivanên birayên hev winda bûn

27-09-2023
Nîşan Qers Şivan Winda Bira
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 2 şivanên birayên hev winda bûn.

Li gundê Redkiyê yê Qamûşanê şivanên bi navê Reşat Koca û Kadir Koca yên ku pezê xwe diçêrand heta demjimêrên êvarî venegeriyan malê.

Piştî keriyê wan bi serê xwe vegeriya malê, malbata wan çû li wan geriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Xebatên ji bo dîtina her du birayan berdewam dikin.

Bavê şivanan Cafer Koca got, “Piştî keriyê me berbelav vegeriya gund, em li wan geriyan lê em negihiştin wan û me dest bi lêgerînê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst