Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Kurdan ên li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê) pêvajoya perwerdeyê rûbirûyî krîzeke mezin bûye.
Seroka Yekîtiya Mamosteyan a Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Alhildan Osmanê pirsên Rûdawê bersivandin.
Wê eşkere kir ku bi hezaran xwendekar û mamoste di rewşeke nediyar de ne û paşeroja wan di xeterê de ye.
20 hezar xwendekar ji dibistanê dûr ketine
Li gorî amaran, tenê li bajarê Helebê 4 hezar û 445 xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par mane.
Dema herêmên Şehba û Efrînê jî li ser bên zêdekirin, ev hejmar zêdetirî 20 hezar xwendekaran e.
Alhildan Osmanê diyar kir ku wan xwendekar berê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dixwend.
Niha ne li dibistanên hikûmetê û ne jî li dibistanên xwe yên berê dikarin cih bigirin.
4 hezar mamoste 4 meh in bê meaş in
Krîz ne tenê bandorê li xwendekaran dike, mamosteyan jî dixe nava tengasiyê.
Alhildan Osmanê eşkere kir ku li Helebê 700 mamoste hene.
Bi gotina wê bi giştî li herêmên Şehba û Efrînê 4 hezar mamoste hene.
Van mamosteyan ev 4 meh in meaş wernegirtiye.
Van mamosteyan berê li dibistanên Kurdî perwerde dida lê niha di navbera pergalên her du aliyan de bê kar mane.
Wezareta Perwerdeyê û pirsgirêka mamosteyan
Seroka Yekîtiya Mamosteyan bal kişand ser wê yekê ku wan hewl daye mamosteyan di nava Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de bi cih bikin.
Mamosteyan li ser daxwaza Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebê îmtîhan dan û perwerde dît lê heta niha ti encam nehatine eşkerekirin.
Alhildan Osmanê li ser vê mijarê got:
"Mamosteyan hemû daxwazên hikûmetê pêk anîn, heta wan îmtîhanên zimanê Erebî jî dan.
Lê piştî 4 mehên xebatê, navên wan nehatine qebûlkirin û meaşên wan nehatine dayîn.
Em nizanin gunehê van malbatan çi ye ku 4 meh in bê meaş in. Em nizanin em dê bi kîjan aliyî re bi rê ve biçin."
Ji bo vekirina dibistanan tenê hefteyek maye
Li gorî daxuyaniyê, li Şêx Meqsûd 15 dibistan û peymangehek hebû ku bi zimanê Kurdî perwerde dida.
Niha tenê çend dibistanên hikûmetê hene lê kapasîteya wan têrê nake.
Xwendekarên Kurd jî nikarin xwe bi pergala nû re biguncînin.
Alhildan Osmanê bangî aliyên pêwendîdar kir ku pirsgirêkê çareser bikin.
Wê anî zimên ku tenê hefteyek ji bo vekirina fermî ya dibistanan maye lê hîn jî çarenivîsa bi hezaran xwendekar û mamosteyan ne eşkere ye.
Wê xwest ku Wezareta Perwerdeyê û berpirsên pêwendîdar bi lez destwerdanê bikin da ku pêşî li windabûna paşeroja nifşekî bê girtin.
Seroka Yekîtiya Mamosteyan di dawiyê de got, "Em dixwazin bi zimanê xwe û li cih û warê xwe bixwînin."
.webp&w=3840&q=75)

