Encamên fermî: %92.73 BELÊ bo serxwebûnê

27-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê aşkere kir û da xuyakirin, %92.73 xelkê dengê ‘Belê’ di referandumê de bi kar anîne û deng dane serxwebûnê.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê îro çarşemî 27ê Îlona 2017ê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

 

Li gorî Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê hejmara kesên xwedî mafê dengdanê bi giştî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûye û ji wê hejmarê 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan beşdarî di referandumê de kirine.

 

Herwiha bi derxistina dengên betal, spî û dûrxistî ku nehatine hesabkirin, 3 milyon û 85 hezar û 935 deng dirist bûne û hatine hejmartin.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê herwiha rêjeya wan dengan aşkere kiriye, ku ji ber hebûna kêmasiyan, an şaşiyan û spîbûna wan nehatine hesabkirin.

 

Li gorî komîsyonê 170 hezar û 611 deng hatine dûrxistin, 40 hezar û 11 deng hatine betalkirin û  9 hezar 368 deng jî spî bûne û ji ber wê yekê nehatine hesabkirin.

 

Komîsyonê da xuyakirin, ku ji hejmara 3 milyon û 85 hezar û 935 dengên dirist, 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan deng dane ‘Belê’ û serxwebûna Kurdistanê, ku dike %92.73 dengan.

 

Herwiha 224 hezar û 464 kesan jî dengê ‘Na’ di referandumê de bi kar anîne ku dike %7.27ê rêjeya giştî ya dengan.

 

Komîsyonê rêjeya beşdarbûna xelkê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî %72.16 ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst