Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli yê ku ji Girtîgeha Edirneyê hat berdan got, "Birêz Ocalan 27ê Sibata 2025an bismîlaha vî karî xwend. Em niha di nav wê destpêka nû de ne."
Selçuk Mizrakli ji peywira xwe hatibû dûrxistin, qeyûm li şûna wî hatibû danîn û ew demeke dirêj di Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê de girtî ma.
Mizrakli piştî berdana xwe, îro li Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Mizrakli dema ku ji balafirgehê derket pirsên rojnamegeran bersivandin û bersiva pirsa Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak a li ser pêvajoyê da.
"Em di qonaxa Fatiheyê ya destpêkeke nû de ne"
Maşallah Dekak jê pirsî, "Te li ber Girtîgeha Edirneyê gotibû 'Bi danezana civaka demokratîk û aştiyê re wekî ayeta ewil a Qurana Pîroz Fatihaya wê hatiye xwendin.' Ji bo destpêkeke nû Fatiha kengî tê xwendin?"
Mizrakli bal kişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got:
"Birêz Ocalan 27ê Sibata 2025an Bismîlaha vî karî xwend. Wî got 'Bîsmîlahîrrehmanîrehîm' û bi rê ket.
Bi wan gavên ku ji 2025an heta 2026an hatin avêtin, rûpela Qurana Pîroz hat wergerandin û 'Fatihaya' wê hat xwendin.
Di kevneşopiya Îslamê de Fatiha tenê li pey kesên çûyî nayê xwendin; dema mirov dest bi karekî bixêr dike jî ji bo xurtkirina baweriya bi wî karî tê xwendin.
Ji ber vê yekê, em niha di nava Fatihaya wê destpêka nû û wê rêya bixêr de ne.
Divê mirov qedirê van gavan bizanibe û wan bi zemînekî hiqûqî tacîdar bike."
"Min silav û bêhna Demirtaş anîn"
Mizrakli qala hevalê xwe yê doza xwe yê li Girtîgeha Edirneyê Selahattîn Demirtaş kir û hestiyar bû.
Girseya li qadê Mizrakli bi dirûşma "Bêhna Demirtaş tê" pêşwazî kir.
Mizrakli anî zimên, "Min ji we re silav û hezkirinên Serok Selahattîn anîn ku di dilê me hemûyan de cih girtiye.
Dema ez jê veqetiyam ez hembêz kirim û got 'Tu hê ciwan î, diviyabû pêşî tu derketibayî.'
Lê wî bi sekna xwe ya serbilind em bi rê kirin. Nîvê dilê me hîn jî di nava wan çar dîwaran de ye."
"Aştî bi hiqûqê tê avakirin"
Mizrakli qala nîqaşên li ser lêçûna aborî û mîratên dîrokî yên di pêvajoyê de jî kir û ev nirxandin kirin:
"Divê aştî ne li ser bîranîna bixwîn a sedsala 16an, belkî li ser nirxên hiqûqa gerdûnî ya sedsala 21ê were avakirin.
Tifaqa Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî di bîra van axan de wekhevî êş û komkujiyan e.
Her wiha hinek radibin û bi trilyon dolaran lêçûna vî şerî tînin zimên.
Ma jiyana mirov bi pereyan tê pîvan? Ku pozê zarokekî an ciwanekî xwîn nebe ji hemû xezîneyan bi qîmettir e."
"Divê qeyûm vekişin û tecrîd rabe"
Mizrakli tekez kir ku dilsoziya pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye û bangî rayedaran kir:
"Divê hiqûq tenê di pirtûkan de nemîne. Çima biryarên DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) nayên bicihanîn?
Çima qeyûmên li ser şaredariyên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin hîn li ser kar in?
Eger aştî ji dil be, divê rê li ber mixetaban were vekirin, tecrîda li ser Îmraliyê tavilê were rakirin û zimanê aştiyê bi serweriya hiqûqê re bibe yek."
Selçuk Mizrakli piştî daxuyaniyê bi karwanekî wesayîtan derbasî navenda Amedê bû.
.webp&w=3840&q=75)

