Li Rihayê di navbera du malbatan da şer: 8 kes birîndar bûn

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatên ku mirovên hev in da şer derket û 8 kes birîndar bûn.

Li Taxa Çerçiyê mirovên hev ku bi du otomobîlan diçûn cihekî ji ber ku rê nedane di navbera wan de pevçûn derket.

Di şerê malbatan de Ramazan, Bedîr, Denîz, Saadet, Fehîme û Çîgdem Îren, ji malbata din jî Ferdî û Hacî Îren birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê hatin veguhestin.

Di bûyerê de 2 otomobîlan zirar dît û cendirmeyan li taxê û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst