Birîndarekî teqîna Tirbespiyê li ser sînorê Tirkiyê asê maye

27-06-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ev 3 rojin ku birîndarekî teqîna 14ê Hezîranê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê li sînore da ku li derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir were dermankirin, lê heta niha Tirkiyê rê neday ku ew birîndar derbasî Bakur bibe.

 

Roja 14ê Hezîranê teqîneke mezin li bajarokê Tirbespiyê pêk hat ku di encam de 17 kesan jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn û birîna hin ji wan giran bû.

 

Raman Rêber Umer yek ji wan birîndaran bû ku ji ber giraniya birînê wî malbata wî xwestin wî veguhezin nexweşxaneyeke Bakurê Kurdistanê da ku li wir bê dermankirin.

 

Li gor ku hatiye belavkirin, ev 3 rojin ku Raman û malbata xwe li ser deriyê sînorî yê Dirbêsiyê ne di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û heta niha hikûmeta Tirkiyê rê nedaye ku ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst