Amed (Rûdaw) - Endamên Baroya Amedê çûn ser sindoqan û serokê xwe yê nû hilbijart.
Baroya Amedê ji bo ku birêvebiriya xwe ya nû hilbijêre Komcivîna Asayî ya 50yemîn li dar xist.
Endamên baroyê ji bo ku birêvebiriyekê li gorî dilê xwe hilbijêrin çûn ser sindoqan.
Sertaç Buluttekîn bi ser ket
Di hilbijartina baroyê de serokê heyî Abdulkadir Guleç û Parêzer Sertaç Buluttekîn ketin pêşbaziyê.
Di dengdanê de Sertaç Buluttekîn 839 deng û Abdukadir Guleç jî 821 deng bi dest xistin.
Bi vê encamê re Sertaç Buluttekîn 18 deng zêdetir stendin û bû serokê nû yê Baroya Amedê.
"Têkoşîna mafên mirovan bi ser ket"
Serokê nû yê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn li ser serkeftina xwe wiha axivî:
"Li vir a ku bi ser ketiye teqez Baroya Amedê ye. Ya serkeftî têkoşîna mafên mirovan e. Ez gelekî spasî hemû hevpîşeyên xwe dikim, bi taybetî jî hevpîşeyên me yên ku beşdarî vê hilbijartinê bûne.
Hêvîdar im em dê gelek xebatên xweş bikin. Him li ser têkoşîna mafên mirovan him jî li ser paşeroja pîşeya parêzeriyê em dê xebatên baş bikin."
Peyama Abdulkadir Guleç
Di hilbijartina baroyê de li aliyekî rûkenî û li aliyê din jî xemgînî hebû.
Lê peyama xweşbîniya demokrasiyê ya Abdulkadir Guleç, dilê hemû aliyan hênik kir.
Serokê berê yê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç piştî encaman got:
"Ev qaydeyekî demokrasiyê ye. Heke hilbijartin tune be dîktatorî heye. Komcivîna me ya giştî doh xilas bû û îro jî hilbijartin hat kirin.
Hevalê me Sertaç Buluttekîn îro bû serokê baroyê. Ez wî pîroz dikim. Bila encamên vê hilbijartinê ji bo baroya me bi xêr û serkeftî bin."
Divê were gotin ku Baroya Amedê ji zêdetirî 2 hezar û 600 parêzeran pêk tê.
Baroya Amedê him li Bakurê Kurdistanê him jî li tevahiya Tirkiyeyê yek ji baroyên herî navdar e.


