Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku ji ber dorpêçên tund ên welatê wî, hinardeya petrolê ya Îranê daket sifirê.
Bessent her wiha da zanîn ku ti petrola Îranê li ser avê nemaye û hemû geştên wê yên asmanî yên ji bo derve hatine rawestandin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro di hevpeyvînekê de bi kanala Fox Newsê ya Amerîkayî re axivî.
Bessent eşkere kir ku bi saya gavên Washingtonê yên di mehên borî de ewlehiya hinartina petrolê ya li Kendavê hatiye parastin.
"Para Îranê sifir bermîl e"
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê li ser veguhastina petrolê got:
"Nêzîkî 1,2 milyar bermîlên petrolê di Tengava Hurmizê re hatine veguhastin lê para Îranê sifir bermîl e. Êdî ti petrola Îranê li ser avê nemaye û ew bi temamî ji cîhanê qut bûye."
Geştên asmanî hatine rawestandin
Bessent bal kişand ser tecrîdkirina Tehranê ya li ser asta navneteweyî û got:
"Geştên asmanî yên Îranê yên bi welatên cîhanê re bi temamî hatine rawestandin. Desthilatdar û dewlemendên vî welatî êdî nikarin herin cem mirovên xwe yên li Londonê, hevalên xwe yên li Parîsê. Heke Îranî ji welatê xwe hez dikin, bila li wir bimînin."
Kontrolkirina Tengava Hurmizê
Scott Bessent her wiha anî zimên ku Washingtonê destdanîna li ser keştiyên qeçax ên petrolê didomîne û pereyên dîjîtal ên girêdayî Îranê blok dike.
Bessent piştrast kir ku Tehran bi ti awayî nikare rê li ber çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê bigire, ji ber ku hêzên deryayî yên Amerîkayê û hevpeymanên wê hemû rêyê kontrol dikin.
Amerîkayê bi armanca dijwarkirina hemû çavkaniyên darayî yên Tehranê, dorpêçeke bêhempa ya asmanî û deryayî xistiye ser bender û qada asmanî ya Îranê.


