Li Qamişlo û Tirbespiyê şer derket

27-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistineke mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên ewlekariya rejîmê û hêzên asayişa PYDê de derket. Li başûrê bajarokê Tirbespiyê jî şer di navbera YPG û DAÎŞê de qewimî.

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku şeva borî li taxa Qidûr Beg a bajarê Qamişlo, şer di navbera hêzên asayişa PYDê û hêzên ewlekariya rejîmê de derket.

Çavkaniyeke nêzîkî bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku di şerî li Qamişlo de 2 kes birîndar bûn, yek ji hêzên ewlekariya rejîmê û yê din ji asayişê bû.

Li gor rewnageha Sûriyê, di şerê Qamişlo de 6 ji hêzên ewlekariya rejîmê ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin. Hêzên asayişê jî ev nûçe piştasrt kir, lê ne gotin bê ewê çi ji wan bike.

Li aliyê din, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku duh li başûrê bajarokê Tirbespiyê şer di navbera YPGê, ku wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) de derket.

Rewangehê got ku di encama şerê li başûrê Tirbespiyê de 3 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û 2 şervanên YPGê birîndar bûn.

Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û di kêleka hêzên rejîmê de, hêzên PYDê, çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris û çekdarên Suryanî jî li taxên wê belav dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst