Hewlêr (Rûdaw) - Li meydana Damê ya li Amsterdama paytexta Holendayê di êrişeke bi kêrê de 4 kes birîndar bûn
Li gorî daxuyaniya Polîsê Amsterdamê, "Li kolana Sint Nicolaasstraat a nêzîkî meydana Damê bûyereke kêrkişandin çêbûye ku kesên birîndar tê de hene. Em li meydana Damê ne û me herêm girtiye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kesekî gumanlêkirî li cihê bûyerê hatiye desteserkirin û armanca êrişa ku saet derdora 15:20î bi dema herêmî pêk hatiye hîn ne diyar e.
"Gumanbar bi alîkariya welatiyekî hat bêbandorkirin"
Di bûyerê de ku berê hatibû ragihandin bi giştî 5 kes birîndar bûne, hat diyarkirin ku yek ji wan gumanbarê ku hatiye desteserkirin e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev tê wê wateyê ku di bûyera kêrkêşanê de 4 qurbanî hene.
Gumanbar bi alîkariya welatiyekî hat bêbandorkirin. Gumanbar ji ber birîneke li lingê wî veguhastine nexweşxaneyê."
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin û dema ku gumanbar hat girtin hate kişandin, diyar dibe ku kesê ku hatiye desteserkirin mêrekî temenê navîn e.
Di nûçeyên ku çapemeniya Holendayê ji şahidan girtine de hat diyarkirin ku di nav qurbanan de jin jî hene û gumanbar ji pişt ve bi kêran li wan kesan daye û reviyaye.
Dema ku birîndar veguhastin nexweşxaneyê, aliyekê meydanê ji ber sedemên ewlehiyê hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse