Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê mîdîbusek û pîkapek li hev qelibîn û di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li ser rêya Çewlîg û Amedê li nêzîkî Newala Gencê mîdîbusa rêwiyan û pîkapek li hev qelibîn.
Mîdîbus wergeriya
Di encama qezayê de mîdîbus wergeriya.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 12 kesên ku di nav her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê û nexweşxaneyên din ên bajêr.


