Li Rihayê 87 kes hatin desteserkirin

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê bi hinceta “qaçaxçitiya çekan” 53 kes hatin desteserkirin.

Herwiha di kontrolên ewlehiyê yên li ser rêyan de jî 34 kesên ku pêştir biryara wan a girtinê hebû hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Rihayê tîmên Fermandariya Cendirmeyan bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li dijî qaçaxçitiya koçberan operasyonek li dar xist.

Di operasyona ku 706 cendirme beşdar bûn de li navenda bajêr û 13 navçeyên Rihayê bi ser 53 navnîşanan de hat girtin.

Di heman demê de li ser rêyên ku nêzîkî herêmên operasyonê bûn hêzên cendirmeyan kontrolên ewlehiyê kirin.

Di operasyonê de bi hinceta “qaçaxçitiya çekan” 53 kes hatin desteserkirin û li ser rêyan jî 34 kesên ku pêştir ji ber tawanên cuda biryara wan a girtinê hebû hatin desteserkirin.

Di lêgerîna nav mal û kargeh û otomobîlan de çekeke lûledirêj, 18 demançe, 21 tifingên çifte, hezar û 38 gule, 31 şarjor û madeyên hişbir hatin girtin.

Herwiha otomobîlek hat dîtin ku hatibû dizîn.

Hêzên ewlehiyê her 87 kesên ku hatin desteserkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst