ÎDIR - Serlêdana namzedên DEM Partiyê hat redkirin

27-02-2024
Nîşan Îdir DEM Partî Namzed Serlêdan Redkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hilbijartinê ya Îdirê, namzediya namzedên DEM Partiyê ya bajarê Îdirê û ya bajarokê Xweşxeberê red kir.

Bi hinceta “endamtiya PKKyê” ceza li şaredarê berê yê Îdirê Mehmet Nurî Guneş hatibû birîn û ew di girtîgehê de mabû.

Mehmet Nurî Guneş piştî ku ji dadgehê belgeyên pêwîst wergirtin bû namzedê DEM Partiyê yê Îdirê.

Endamê AK Partiyê beşdarî civînê nebû

Di civîna Komîsyona Hilbijartinê ya Îdirê de endamên DEM Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê ji bo namzediya Guneş dengê “erê” da û endamê AK Partiyê jî beşdarî civînê nebû.

Lê 2 karmend û dadwerekî ku endamên komîsyonê bûn ji bo serlêdana Guneş dengê “na” bi kar anî.

Piştî ku dengê “erê” û “na” wekî hev bûn, dadwer desthilata xwe bi kar anî namzediya Guneş red kir.

Herwiha namzediya Emîne Yondem Kartalê ya bajarokê Xweşxeberê jî bi hinceta ku “ji ber daxuyanî û civînên medyayê ceza wergirtiye” hat redkirin.

Parêzerên DEM Partiyê li dijî her du biryaran îtiraz kir.

Alîgirên DEM Partiyê piştî biryara redkirinê, li Taxa Sogutluyê li ber ofîsa hilbijartinê kom bûn û wan nerazîbûn nîşan da.

DEM Partî dê ji bo betalkirina biryarên redkirinê serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst