Agir bi bazara Lengeyê ya Hewlêrê ket

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Bazara Lengeyê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi bazara Lengeyê ya Hewlêrê ket û nêzîkî ji sedî 40î dikanan şewitî.

Vê êvarê ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi bazara kelûpelên destê duyem a Lengeya Hewlêrê ket.

Tîmên Rêveberiya Parastina Sivîl û agirvemirandinê bi wesayitên xwe gihîştin cihê bûyerê û dest bi hewldanên xwe yên ji bo vemirandina agir kirin.

Heta niha jî agir berdewam dike û tîmên agirvemirandinê hewl didin agir vemîrinin.

Li gorî zanyariyan, heya niha ti ziyanekî canî çênebûye, lê agir bi gelek dikanan ketiye ku piraniya wan dikanên cilûbergan in.

Piştî demeke dirêj agir hat vemirandin. 

Li gorî nûçegihê Rûdawê, nêzîkî ji sedî 30 heta ji sedî 40î dukanên bazarê şewitîn.

Berî çar salan jî agir bi bazara Lengeyê ketibû û piştre hemû dikan ji nû ve hatibûn lêkirin.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê dikeve ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê û nêzîkî 3000 dukanî lê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst