Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê di encama qulibîna du otomobîlan de bi giştî 14 kes birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Li Amedê 9 kes birîndar bûn
Li ser rêya Amed û Çewlîgê otomobîlek qulibî.
Otomobîla bi plakaya 54 DV 412an a ku T.Z. diajot ji rê derket.
Di encama qezayê de şofêr û 8 kesên din birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.
Li Dêrsimê otomobîlek wergeriya
Qezayeke din a trafîkê jî li navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê çêbû.
Otomobîlek li nêzîkî gundê Pira Sorê yê li ser rêya Dêrsim û Erzinganê ji rê derket û wergeriya şarampolê.
Nasnameya şofêr û plakaya otomobîlê hîn nehatine zanîn.
Di vê qezayê de jî 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Piştre wan her 5 birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.



