Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek ji mamosteyên zimanê Kurdî û malbatên xwendekaran li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, nameyek pêşkêşî sazî û aliyên peywendîdar kir û li ser perwerdeya zimanê Kurdî 5 daxwazên sereke anîn ziman.
Yek ji daxwazên wan ên sereke ew e ku zimanê Kurdî bibe derseke neçarî.
Daxwazên wan li ser rewşa mamosteyan, damezirandina derçûyên beşa zimanê Kurdî, belavkirina pirtûkan û qebûlkirina zimanê Kurdî ya wekî waneyeke neçarî di hemû qonaxên xwendinê de ne.
Di nameya mamoste û malbatan de ew 5 daxwaz bi vî rengî hatine rêzkirin:
Guhertina navê pîşeyî: Navê pîşeyî yê niha yê mamosteyên zimanê Kurdî wekî "mamosteyê polê" tê pênasekirin. Tê xwestin ku ev nav bi awayekî fermî wekî "mamosteyê zimanê Kurdî" were guhertin.
Damezirandina derçûyan: Ji ber kêmbûna mamosteyan a li dibistanan, divê derçûyên Beşa Zimanê Kurdî ya Peymangeha Mamosteyan a Efrînê werin erkdarkirin û ji bo wergirtina mamosteyan ezmûneke nû were ragihandin.
Diyarkirina demjimêrên waneyê: Li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, divê heftane 3 demjimêrên perwerdeyê û demjimêreke çalakiyê ji bo zimanê Kurdî werin diyarkirin û ev yek bi fermî ji aliyê Birêvebiriya Perwerdeyê ve were pejirandin.
Dabeşkirina pirtûkan: Ji ber ku heta niha nehatine belavkirin, divê pirtûk û bernameyên xwendinê yên zimanê Kurdî li hemû dibistanên giştî û yên taybet werin dabeşkirin.
Kurdî bibe dersa neçarî: Zimanê Kurdî di hemû qonaxên xwendinê de, bi taybetî di ezmûnên giştî yên pola 9an û qonaxa amadeyî de, li şûna zimanê Fransî bibe waneyeke neçarî.



