HUDA PAR li Amedê panela 'Ez Kurdî hildibijêrim' li dar dixe

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kurdî Amed HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HUDA PAR, li Amedê panela “Ez Kurdî hildibijêrim” li dar dixe.

Serokatiya Karên Perwerdeyê ya HUDA PARê panela “Ez Kurdî hildibijêrim” li dar dixe. 

Dê panela HUDA PARê sibe demjimêr 14:00an li Navenda Çand û Hûnerê ya Sezaî Karakoçê bi rê ve biçe.

Hat ragihandin ku armanca panelê “Ji bo dersa bijarte ya Kurdî” ye.

Afîşên bernameyê bi zimanê Tirkî û zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazak)î yên Kurdî hatine amadekirin.

HUDA PARê li hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir li ser mijarê wiha got:

“Ji bo ku derheqê zimanê dayikê de di nav gelê me de hişyarî çêbibe û zarokên me li mekteban zimanê xwe bibijêrin, me hewl da di warê ziman de panelekê pêk bînin.

Hemû gelê me vexwendîyê panela me ya bi navê `Kurmancî Hildibijêrim` e.”

Parlamenterê HUDA-PARê Serkan Ramanli, akademîsyen Prof. Halîl Çîçek, mamoste Hudai Morsumbul û lêkolîner û nivîskar Vahdettîn Înce beşdarî panelê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst