Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê duyemîn rûniştina doza Narîn Gurana 8 salî îro tê dîtin û tê çaverêkirin ku dadgeh biryarekê bide.
Li Dadgeha 8emîn a Cezayê Giran a Amedê îro demjimêr 09:00an duyemîn rûniştina doza Narîn Guranê dest pê dike û Baroya Amedê bi 16 parêzeran beşdarî dozê dibe.
Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin, tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi kuştina zarokan a bihevkarî” tên tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê tê xwestin.
Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê 7ê Çiriya Paşîn a îsal dest pê kiribû û 3 rojan berdewam kiribû.
Dadgehê di wê rûniştinê de biryara berdewamiya girtina tohmetbaran dabû.
Çi bûbû?
Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.
Li gorî rapora bijîşkiya dadî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.
#AMED - 4 bersûcên kuştina Narîn Gurana 8 salî ji girtîgehê birin dadgehê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 26, 2024
🛑 Rûniştina duyem a dozê îro ye#NarinGuran
📸AA pic.twitter.com/wNz2VyNmoJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse