Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Gelan (HDP) raportek li jêr navê “Nebûnî” belav kir, ku tê de hatiye diyarkirin, 30 milyon kes li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di bin hêla hejariyê de ne.
Ev raport ji aliyê parlemantarên HDPê Erol Katircioglu û Necdet Îpekyuz ku hevdem endamên Komîteya Aborî ne, li Parlemantoya Tirkiyê hatiye amadekirin.
Katircioglu dibêje, Tirkiyê pirsgirêka wê ya dabeşkirina dahatê heye û parêzgehên Ruha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê wek mînak nîşan dide ku dahat li wan deveran yekcar kêm e.
Erol Katir Cîogl, Parlamentarê HDPê dibêje, “Bi gotina desthilatê, li Tirkiyê nebûnî binbir bû ye. Wezîrê berpirsyar li karûbarê malbatê berê ragihand, ku wan pirsgirêka nebûniyê çareser kiriye, wek pirsgirêka Kurd! Lê rastî ew e ku li Tirkiyê ji sedî 60ê dahata ewên ku kar dikin di asta kêmtirîn birrê mûçe de ye. Li gor vê yekê 20 milyon kes di bin hêla hejariyê de ne. Eger em van jî bixin ser wan kesên ku di vê demê de karên xwe jidest dane û bêkr bûne, hijmara kesên li jêr hêla hejariyê digihê 30 milyon kesî.”
Di raporta HDPê de hatiye, di 2015ê de herî kêm 50 hezar kedkarî cihên xwe girtine û behsa wê yekê jî kiriye, ku sala 2002ê rêjeya wan xanenişînên ku kar kirine ji sedî 37 bû, niha gihiştiye ji sedî 47.
Parlamentarên HDPê ragihandin, daku nebûnî bandora mezin li ser xelkê çê neke, nabe kêmtirîn birrê mûçe bo 2021ê ji 4 hezar lîre kêmtir be. Herwiha pêwîste elektrîk, gaza sirûştî û av li gor pêwîst belaş be.
Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî rexne li zêdebûna sûdê ji aliyê banka navendî digire û dibêje, Tirkiye di zêdebûna sûdê de dehemîn e li cîhanê û di asta welatên Venezuela, Argentin, Yemen û Îranê de ye.
Fayik Oztrak, Berdevkê CHP, diyar dike, “Jiber vê rejîma koşka komarî hijmara bêkarên welatê me 12 milyon derbAs kiriye. Hijmara bêkarên me hijmara akinciyên 118 welatan derbas kiriye. Em bûne welatê bêkaran. Pêwîste kêmtirîn birrê mûçe herî kêm 3100 lîre be.”
Di demekê de ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê behsa geşkirina aboriya welat dikin, partiyên opozisyonê ji rewşa aborî dilgiran in û rexneyê li hikûmeta welatê xwe digirin.
Niha çav li ser wan mûçeyan e ku hikûmet wan wek kêmtirîn birrê mûçe yê 2021ê diyar dike.



