Semsûr (Rûdaw) – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê piştî 34 salan cêwiyên Abûzer û Zezê ji dayîk bûn.
Ev nûçeya me ji bo wan malbatan e ku korocax in, yanî zarokên wan çênabin. Dema keç û xortek bizewicin û zarokên wan çênebin jiyan gelekî giran dibe.
Ew zewac dibe mala xemgînî, dilêşî û fediyê lê êdî zanist bi pêş ketiye û pirsgirêka nebûna zarokan ber bi çareseriyê ve diçe.
Abûzer û Zez ên Semsûrî bi çîroka xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn trend.
Ew êdî kal û pîr in lê tevî vê jî cêwiyên wan bûne û xelk bi heyîrîmayînekê li çîroka wan dinêre.
Xaltîya Zezê dibêje ji ber ku nebûna zarokan her ji bo wê cihê şermê bûye, wê her tim serê xwe dataniye û xwe xûz dikiriye, lewma pişta wê xwar maye.
Apê Abûzer dibêje gava zarokên wan bûne û wî mizgînî daye bavê xwe, mêrik ji kelecanê miriye.
Abûzer Doganê 65 salî bavê van cêwiyan e, ew piştî zewacê bi 34 salan hatine dinyayê û niha 9 salî ne.
Havva û Tekbîr bi rêbaza "tup bebek" hatine dinyayê.
Ji bo tedawiyê xaniyê xwe firot
Malbata Semsûrî xaniyê xwe ji bo tedawiyê firotiye da ku bibin dê û bav.
Piştî ku çîroka wan belav bû, hinek xêrxwaz gihîştine wan û yekî ji bo 3 mehan xaniyek ji wan re kirê kiriye.
Abûzer Dogan li ser wê pêvajoyê got:
“Ji bo vê tedawiyê 14-15 hezar dolarên me çûn lê zarokên me ji dolar û euroyan bihatir in.
Roja 8ê Kanûna Paşîn zarokên me bûn û min telefonî bavê xwe kir.
Min got va ye zarok bûn, got 'tu teqez î?', min got 'erê'.
Piştî 10 xulekan ji ber kelecanê mir. Min got malxirab te 10 xulekan sebir nekir ez bigihîştima te.”
Êdî temen ne asteng e
Nebûna zarokan êdî ji aliyê tibê ve ne pirsgirêk e û temen jî ne asteng e.
Her wiha ji bo jin û mêran jî êdî ew şerm û trajediya nebûna zarokan li dû ma.
Zezê Doganê jî li ser zarokan anî ziman:
“Min qet bawer nedikir ku wê rojekê zarokên min bibin.
Zarokên xelkê diçûn dibistanê min li dû wan stûyê xwe xwar dikir û li ber dîwaran rûdiniştim.
Gelekî zehmet bû lê qurbana Xwedê bim ku para me jî da me û cêwiyên me bûn.
Niha ez gelekî kêfxweş û bextewar im.”
Ev çîroka ku ji stûxwariyê derbasî dilxweşiyê bûye bi saya bipêşketina zanist û teknolojiyê ye.
Êdî bêmirazî di vê mijarê de ji rojeva mirovahiyê derdikeve lê pêdiviya vê malbatê bi alîkariyê berdewam dike çimkî ne diyar e ka dê piştî 3 mehan di wî xanî de bimînin yan na.
.jpg&w=3840&q=75)

