Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca berhevkirina termên muzîkê yên Kirmanckî, nirxandina bikaranînên heyî û avakirina termînolojiyeke hevpar komxebatek li dar dixe.
Di civîna ku di navbera 3-6ê Îlonê de tê lidarxistin de zimannas, akademîsyen û lêkoler beşdar dibin.
Xebata ku ji aliyê Birêvebiriya Şaxa Parastin û Bipêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Kar û Barên Civakî ve tê lidarxistin, bi sernavê “Termînolojiya Şaredariyê ya Pirzimanî - Termên Muzîkê yên Kirmanckî I” pêk tê.
Di civîna ku zimannasên endamên Koma Vateyê, akademîsyen û lêkoler tê de cih digirin de bi giştî 30 kes li ser termînolojiya muzîkê ya Kirmanckî xebatan dikin.
Di xebatê de tê armanckirin ku termên di qada muzîka Kirmanckî de tên bikaranîn bên berhevkirin, bikaranînên li herêmên cuda bên nirxandin û termînolojiyeke hevpar bê avakirin.
“Divê peyvên Kirmanckiyê bên tomarkirin”
Birêvebirê Şaxa Parastin û Bipêşxistina Ziman ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahir Baykuşak diyar kir ku armanca xebatê ew e ku termên muzîkê yên Kirmanckî berhev bikin û bikaranînên heyî binirxînin û bikin yek.
Tahir Baykuşak bal kişand ser girîngiya tomarkirina peyvên Kirmanckî ku di nav zimanên di bin metirsiyê de ye.
Baykuşak anî zimên ku xebatên termînolojiyê ji bo bipêşxistina bikaranîna Kirmanckî ya di qadên cuda de û veguhastina wê ya ji bo nifşên paşerojê girîng in.
Wî destnîşan kir ku bi van xebatan tê armanckirin ku ziman biparêzin.


.jpg&w=3840&q=75)